Hêzên hikumeta Şamê bajarokên li ‘herêmên bêçek’ bombebaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên li “herêmên bêçek” bombebaran kirin, her wiha çeteyên ‘Odeya Operasyonên El-Fatih El-Mûbîn’ nuqteyên li gundewarên rojavayê Hemayê kirin armanc.

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên li ‘herêmên bêçek’ bombebaran kirin
2 tîrmeh, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê duh herêmên gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirin. Her wiha guleyên roketan li herêmên Dêr Sinbûl û Bênîn li Çiyayê El-Zawiyê ya başûrê Idlibê û Xirbet El-Naqûs li Sehil El-Xab, bakurê rojavayê Hema ketin.

Di vê navberê de, çeteyên Odeya Operasyonên El-Fatih El-Mûbîn nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li kampa li gundewarên rojavayê Hemayê bombebaran kirin. Tu agahî der barê windahiyên canî de tune ne.

SOHR’ê çend rojan berê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê derdora Çiyayê El-Ekrad a li gundewarên Lazîqiyê, gundên El-Kînda û El-Riweyse li gundewarên rojavayê Jisir El-Şixûr a gundewarên rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

(dx)