Aram Henna: Me bi şandeya Zanîngeha Cinêvê re sûcên dewleta Tirk nîqaş kirin

Aram Henna destnîşan kir sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û binpêkirina qanûnên navneteweyî mijara sereke ya civîna li gel şandeya Zanîngeha Cinêvê bû.

Aram Henna: Me bi şandeya Zanîngeha Cinêvê re sûcên dewleta Tirk nîqaş kirin
2 tîrmeh, 2021   11:17
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Duh êvarê Meclisa Leşkerî ya Suryan şandeya Zanîngeha Cinêvê ya têkildarî qanûnên navneteweyî pêşwazî kir û geşedanên dawîn ên li herêmê, sûc û binpêkirin ku di şerên domdar de rû didin û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîqaş kirin.

Têkildarî civîna ku li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî li dar ket, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Henna ji ajansa me re axivî û got: “Me sûcên ku li herêmên me di dirêjahiya salên şer de pêk hatine, ji şandeyê re şîrove kirin ku li dijî qanûnên navneteweyî ne û ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hatine û piştre ev sûc ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên temamkirin.”

Henna wiha domand: “Me gelek mînakên van sûcan bi bîr xistin. Di nav de hedefgirtina navendên giştî û xizmetguzariyê mîna dibistanan. Mîna ku di vê dawiyê de li gundê Guzeliyê yê başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ya li ser rêya M4 rû daye.”

Henna wiha pê de çû: “Me ji şandeyê re mijara cezayê muebbetê yê li dijî dîlgirtiyên me ji şandeyê re destnîşan kirin û got dewleta Tirk qanûnên navneteweyî û lihevkirina 4`an a Cinêvê binpê kirine. Ji ber ku welatiyên sûrî ber bi xaka xwe ve dikişîne û li gorî qanûnên Tirkiyê hatin darizandin.”

Aram Henna piştrast kir ku wek hêzên leşkerî ji şandeyê re diyar kirine ku ew pabendî lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne û wan lihevkirinan wek perspektîf dibînin.

(şx)

ANHA