QSD: Çeteyekî DAIŞ'ê li rojhilatê Şedadê hate girtin

Yekîneyên Antîterorê yên QSD'ê li rojhilatê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî DAIŞ'ê girt.

QSD: Çeteyekî DAIŞ'ê li rojhilatê Şedadê hate girtin
2 tîrmeh, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da raya giştî û tê de diyar kir ku Hêzên Antîterorê yên QSD'ê çeteyekî DAIŞ'ê yê pispor li herêma Edle ya rojhilatê navçeya Şedadê li Kantona Hesekê girt.

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de ev agahî dan:

"Yekîneyên Antîterorê yên Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyona ewlehiyê de ku bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî pêk aniye, li herêma Edle ya rojhilatê navçeya Şedadê çeteyekî şaneyên DAIŞ'ê yê pispor girt.

Çeteyê ku hatiye girtin, mayinan çêdike û ji şaneyên DAIŞ'ê re dişîne da ku Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariyê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bikin armanc. Di operasyonê de alavên teqemeniyê ku pê re bûn, hatin desteserkirin.”

Her wiha hate zanîn ku ev operasyona ewlehiyê wek berdewama operasyonên hevbeş ên domdar ên li dijî çalakiyên DAIŞ'ê û şaneyên terorîst ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

(dx)