Hêzên Rizgariya Efrînê: Li herêma Efrînê 10 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku di navbera 26-30’ê Hezîranê de li herêma Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistine û di wan çalakiyan de herî kêm 10 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê: Li herêma Efrînê 10 çete hatin kuştin
2 tîrmeh, 2021   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên di navbera 26-30’ê Hezîranê de agahî parve kirin.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Di navbera rojên 26 û 30’ê Hezîranê de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 26’ê Hezîranê, li bajarokê Marê, li hember nuqteyeke çeteyên dagirker çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Heman rojê li Efrînê, li Çerxerêya Kawa çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyek jî di nav de, 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 2 seyare hatin rûxandin.

Roja 27’ê Hezîranê, li gundê Dabiqê ya girêdayî bajarokê Marê, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Roja 29’ê Hezîranê, li derdora bajaroka Marê, li hember baregeheke çeteyên dagirker rêzeçalakiyên sekvanî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.

Roja 30’ê Hezîranê, li pêşiya gundê Kefer Kelbîn ya bajarê Azazê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Heman rojê li bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek doçkabarkirî hat rûxandin.

Di wan çalakiyan de bi giştî 10 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”