Rojnameyên erebî: Misir li dijî hegemonyaya dewleta Tirk baregehekê li ser sînorê Lîbyayê vedike

Rojnameyên erebî vê sibê der barê gelek mijaran de nivîsandin, jê vekirina baregeheke leşkerî ji aliyê Misirê ve li ser sînorên xwe yên bi Lîbyayê re bi taybet piştî ku dewleta Tirk vekişandina çeteyên xwe ji Lîbyayê red kir.

Rojnameyên erebî: Misir li dijî hegemonyaya dewleta Tirk baregehekê li ser sînorê Lîbyayê vedike
2 tîrmeh, 2021   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI SER SÎNORÊ LÎBYAYÊ; VEBIJÊRKÊN SÎNORDAR ÊN LI DIJÎ HEBÛNA DEWLETA TIRK`

Der barê kar û barên Misirê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Misir amadekariyên vekirina baregeheke leşkerî li ser sînorên bi Lîbyayê re dike. Misir wek gaveke redkirina hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê û redkirina vekişandina çete û hêzên xwe ji Terablusê, baregehê vedike.

Tê payîn ku serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî sibê (3`yê Tîrmehê) baregeke leşkerî ya hewayî û deryayî li herêma Cercûb a li nêzî sînorên xwe yên Lîbyayê veke. Wê gelek rayedarên Ereb ên ji dewletên cuda tev li merasîma vekirinê bibin, di nav de rayedarên lîbyayî hene. Dezgehên çapemeniyê îşaret pê kirin ku dibe Xalîfe Hefter fermandarê Artêşa Nîştimanî û şêwirmend Eqîle Salih serokê parlamentoyê û serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî tev li merasîmê bibin.

Li gorî çavdêrên rewşa herêmê, Misir ne ji valahiyê ev dem diyar kir da ku baregehê veke. Di 3`yê Tîrmehê de salvegera dûrketina Îxwanan ji desthilata Misirê ye. Ji lew re Misir bi rêya wê gelek peyaman dide ku wê Misir bi awayekî cidî li hemberî hewldanên Îxwanan ên li Lîbyayê bisekine.

Li gorî heman çavdêran Misir ji vekirina baregehê dema ku dewleta Tirk ji mijara vekişandina çeteyan ji Lîbyayê xwe dide alî, dixwaze nîşan bide ku Misir bi bûyerên li ser sînorên xwe yên rojava eleqedar e."

‘VEKIŞÎNA AMERÎKAYÊ EFGANISTANÊ BI ÇARANÛSA NEDIYAR E RÛ BI RÛ DIHÊLE’

Têkildarî vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Bilezkirina vekişîna hêzên Amerîkayê û yên navneteweyî ji Efganistanê li gel piştrastkirina gelek rayedarên leşkerî dê vekişîn di çend rojan de bi dawî bibe anku beriya dema wê ya fermî ku serokê Amerîkayê Joe Biden dema wê hemwextî êrişên 11`ê Îlonê diyar kir, gelek rapor destnîşan dikin ku armancên Amerîkayê yên ku di encamê de mudaxeleyî Efganistanê kir, dibe ku qet pêk nehatine.

Ji wê zêdetir rayedarên leşkerî yên Amerîkayê bi taybet fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Efganistanê hişyarî da ku li welêt şerekî navxweyî pêk were, heke tevgera Talîban destkeftiyên bilez di qadên şer de bi dest bixe.

Li gel ku hêzên Amerîkayê vekişînê didomînin, sozên ku serokê Amerîkayê Joe Biden ji hempîşeyê xwe yê Efganistanê Eşref Xenî re di hevdîtina wan a li Koşa Spî de yên der barê berdewamkirina pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û leşkerî de tu temînat nedan ku senaryoya hilweşînê pêk neyê.”

`LI TUNSIÊ ŞERMEZARKIRINA TUNDIYA ÎXWANAN`

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hîna Tunis di bin bandora bûyerên li parlamentoyê yên roja çarşemê de ye. Parlamenterên nêzî tevgera El-Nehda ji ber helwestên wê yên redkirina siyaseta koma Îxwanan û hevalbendên wê êrişî seroka Bloka Partiya Destûrê ya Azad Ebîr Mûsa kir.

Serokatiya hikumetê ev êriş şermezar kir û di dauxyaniya xwe de got ev kiryar li dijî jinan û destkeftiyan e ku bi saya têkoşîna jinên Tunisê pêk hatiye.

Partî û rêxistinên sivîl ên Tunisê ev sûc şermezar kir û wek binpêkirina hovane li dijî mafên muxalefetê, hedefgirtina jinan û binpêkirina xeta demokrasiyê bi nav kir. Her wiha bi bîr xistin ku ev fikrê terorîst ê cudaker ê Îxwanan nîşan dide ku ketine nava saziyên dewletê.”

(şx)