​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevdîtina DYA-Rûsyayê têkildarî Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro li ser geşedanên li Sûriye û Lîbyayê nivîsand.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevdîtina DYA-Rûsyayê têkildarî Sûriyê
30 hezîran, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ARMANCÊN DYA’YÊ YÊN DIRÊJKIRIN Û BERFIREHKIRINA ALÎKARIYAN DEST PÊ DIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "3 armancên ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken ji bo Sûriyê di civîna girtî ya Kongreyê Romayê de diyar kirin. Ji bo dirêjkirin û berfirehkirina biryara navneteweyî ya girêdayî alîkariyên mirovî bi rêya sînoran, Moskov û Washington dê civînekê li dar bixin. Her wiha tê texmînkirin ku nûnerê serokê Rûsyayê Aleksander Lavrentiev û berpirsê dosyaya Rojhilata Navîn di Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya DYA’yê de Brett McGurk tev li civînê bibin.

Li gorî berpirsên Ewropayê ku tev li civîna Romayê bûbûn ji Şerq El-Ewset re ragihand ku banga wezîr Blinken ji Kongreya Romayê re yekemîn gavên siyasî yên tîma Biden in.

Armanca DYA’yê ya yekemîn a lezgîn a girêdayî biryara navneteweyî ye da ku alîkariyên mirovî bi rêya sînor û berfirehkirina wê bigihêjin Sûriyê.

Armanca duyemîn a DYA’yê li Sûriyê ku girîngiyê bidin tunekirina DAIŞ`ê û ew jî sedema yekane ji hebûna DYA’yê li rojhilatî Firatê ye. Girêdayî vê yekê Anthony Blinken wiha got: "Divê em li gorî pêkanîna armancên aramiyê li rojhilatê Sûriyê bin wekî ku me di hemleya xwe ya leşkerî de pêk anî  di encama wê de serkeftin di qada şer de çêbû."

Her wiha Blinken destnîşan kir ku divê pirsgirêka DAIŞ`iyên di girtîgehên QSD`ê de were çareserkirin û dewlet welatiyên xwe vegerînin, wan perwerde bikin û wan darizînin.

Armanca sêyemîn a DYA’yê li Sûriyê jî girêdayî girîngiya berdewama pêkanîna biryara agirbestê li ser rûyê erdê ye.

‘DI NAVBERA EL-MINFÎ Û EL-DEBÎBE DE NAKOKÎ DERKETIN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha got: "Nakokiyên di navbera serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El-Minfî û serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe de hatin eşkerekirin û hate diyarkirin ku şerê sar bi awayekî veşartî tê kirin beriya ku bigihêje rewşa siyasî.

El-Debîbe bi awayekî demkî wek wezîrê parastinê hate erkdarkirin.

Meclisa Serokatiyê bang li El-Debîbe kir ku tev li civîna girîng bibe ku roja yekşemê dê li nivîsgeha fermandarê bilind ê hêzên çekdar were lidarxistin da ku doza erkdarkirina wezîrê parastinê nîqaş bikin û vê yekê bi temamî çareser bikin.

Meclisê jî bang li serokê hikumetê kir ku di zûtirîn demê de wezîrê parastinê diyar bike û biryarê radestî meclisa parlamenteran bike da ku têxin dengdanê.”

(bx)