PYD: Ger tiştek were serê endamên me hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsyar e – HATE NÛKIRIN

Mecilsa Giştî ya PYD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ger tiştek were serê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên ku li Başûr bi awayekî fermî xebat dimeşandin, hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsyar e.

PYD: Ger tiştek were serê endamên me hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsyar e – HATE NÛKIRIN
30 hezîran, 2021   08:43
QAMIŞLO

Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di derbarê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê ku li Başûr ji aliyê PDK`ê ve hatin revandin daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê PYD`ê Enwer Mislim û bi beşdariya Berdevka PYD`ê Sema Begdaş û Hevseroka Nivîsgeha PYD`ê Rohat Mele Xelîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demeke ku ji me hemûyan pêkanîna yekitî û hevgirtinê, giyana berpirsyariya exlaqî û dûrketina ji nakokiyan û xebata li dijî hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirinê, tê xwestin de, desthilatên Hewlêrê di 10`ê Hezîranê re endam û nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Başûrê Kurdistanê, Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanên xwe yên rojavayî pêşwazî bikin, girtin. Ji wê demê ve em desthilatên Başûrê Kurdistanê muxateb digirin û jê dixwazin ku çaranûsa hevalên me û sedemên girtina wan ku ji pîvanên dîplomasiyê dûr in, diyar bikin. Lê ev bangewaziyên me heta niha bê bersiv in.

Em weke Meclisa Giştî ya PYD`ê ji her zirar û xetereyeke ku were serê hevalên me û ewlehiya wan desthilata Başûrê Kurdistanê, berpirsyar dibînin û daxwaza me a zelalkirina çarenûsa nûnerên partiya me li Başûrê Kurdistanê, berdewam.

/kr/uploads/files/2021/06/30/084859_dsc_0031.webp

Em li hemberî raya giştî bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê dikin ku yekser çaranûsa hevalên me eşkere bike û wan serbest berde.

Em bi baldarî rewşa wan dişopînin bi taybet digel ku agahî hene ku ew radestî hinek aliyên ku dijminatiya Kurdan dikin, hatine kirin.

Em vê pêngava girtinê û çaranûsa nediyar a hevalên xwe wek hedefgirtineke rasterast a li dijî partî, destkeftî û hewldanên me yên ji bo pêkanîna yekitiyê dibînin.

Ji nirxandina hûrgilî ya kiryarên desthilatên Hewlêrê diyar dibe ku ew pêkanîna hewldanên dewleta Tirk û pergalên dagirker ên li dijî doza me û armancên wê hêsan dike."

(şx)