Hişbir… çekeke xeternak a xwedî bandorên siyasî û civakî

Ji bilî bandorên wê yên li ser tenduristî, derûnî û aboriyê, belavkirina hişbirê û propagandaya wê bandorên xwe yên siyasî hene û nemaze ciwanan dike armanc.

Hişbir… çekeke xeternak a xwedî bandorên siyasî û civakî
Hişbir… çekeke xeternak a xwedî bandorên siyasî û civakî
Hişbir… çekeke xeternak a xwedî bandorên siyasî û civakî
Hişbir… çekeke xeternak a xwedî bandorên siyasî û civakî
30 hezîran, 2021   08:21
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Hişbir ji pirsgirêkên mezin ên li hember her civakekê ye û bandorên wê yên neyînî yên mezin hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe ked dide da ku berbelavbûna hişbirê sînordar bike, her wiha hemleyên mezin dest pê kirin ku bi wê re gelek kesên hişbir bi kar dianîn û bazirganên wê girtin û miqdareke mezin ji hişbirê telef kir.

Dermankarê derûnî Celal Salih da zanîn ku kesên hînî hişbirê dibin ji ber gelek sedeman e; netehemûlkirina fişarên derûnî ye, ji ber hin di hişbirinê de rizgariya xwe ji rewşa heyî dibînin û hişbirê dibin ku bi texmîna wan rewşa wan baş bibe.

Li gel wê jî hin sedemên din hene, mîna nebaşiya di kar an jî dibistanê de, azarên tevliheviya zihnî, qelsbûna civakan bi rêya bandorbûna ji torên înternet, tevliheviyên kesayetî û dan û standina bi kesên nebaş re.

Li gorî derûnnasan, dema valahî û pirsgirêkên malbatî ji sedemên sereke yên hînbûna hişbirê ne ku ew jî bandorê li tenduristî û derûniyê bi awayekî xeternak dike.

Li gorî psîkiyatrîstan, xeternaktirîn pirsgirêkên wê li ser dil, teqandina damaran, mirina ji nişka ve û îltîhabên di mejî de ne, bi wê re hestên xeyalên fikirî û guhdanê, her wiha dibe sedema lawazî û windabûna bîrê, tevliheviyên pergala xwarinê, xerabûna kezeba reş, îltîhabên mîde, nexweşiya penceşêrê û gelek nexweşiyên din. 

Heke kesên hişbirê bi kar tînin, ji nişka ve bisekinîne pergala parastinê lawaz dibe.

Ji bandor û zirarên neyînî li ser kesên hişbirê bi kar tînin, tengav dibe û ji kesayetê tê kirin. Ji ber nikara biryarên rast ên girêdayî jiyana xwe bide, her wiha sedemeke sereke ya rewşên xwekuştin û qetilkirinê ye ku di vê dema dawî de zêde bûye.

HIŞBIR; AMÛREKE ŞERÊ TAYBET

Ne tenê kesên hişbirê bi kar tînin, bandorê li tenduristî û derûniya xwe dikin, lê belê bandoreke neyînî ya yekser li ser civaka xwe jî dikin û dibin sedema sereke ya jihevxistina civakê.

Têkildarî wê, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo wiha got: "Her civakeke li dijî dagirkirî û destpotiyê li ber xwe dide, dijmin bi her awayekî hewl dide wê civakê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, heke di şerê leşkerî de bi bin ket, hewl dide bi şerê taybet bi ser keve û vê yekê ji çîna sereke yan jî stûna civakê dest pê dike anku ciwan û jinan."

Şêxo da zanîn ku ji bo ku ew yek pêk were, dijmin hewl dide civakê ji hundir ve bi rêya hişbirê ji hev bixe û dest bi belavkirina hişbirê di nava civakê de dike, bi taybet ciwan, ji ber dizanin ku ciwan dînamoyên şoreşê û civakê bi giştî ne. Armanca ji vê yekê ciwan ji şoreşê û berxwedanê bi dûr bixin û wan mijûl bikin ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Şêxo anî ziman ku pêwîst e berxwedana gel li hember vê yekê hebe û wiha domand: "Di dema ku dijmin hewl dide vîna gelê herêmê bi tevahî rêbazan têk bibe de, berxwedana bêhempa ya gelê hevgirtî çi li eniyên şer dibe yan jî li di hundirê saziyên sivîl de dibe berdewam e. Lê heke mirov xwe spart berxwedan û nirxên şehîdan dê her tim ji hewldan û armancên dijmin re bibe bersiv û dê bibe sedem ku planên wê bi bin bikevin û ji nû ve rihê berxwedanê li gel ciwan zindî bibe û li ser metoda şoreşê bimeşin."

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd li ser armanckirina ciwanan bi rêya hişbirê wiha got: "Ji ber ku ciwan pêşengên civakê ne û da ku wê civakê ji kokê de lawaz bikin ciwan tên armanckirin. Kesê hînî madeyên hişbirê bûye, dê ji dijmin re bibe nêçîra hêsan, yan dê li gel dijmin bibe ajan û bi wê re îxanetê li gelê xwe bike yan jî dê karên derexlaqî û sûcan bike heta ku hişbirê ji xwe re dabîn bike."

Mehmûd bang li tevahî ciwanan kir ji metoda şoreşê dûr nekevin û li pey xwestekên dijmin neçin, lê belê ji bo berjewendiyên civaka xwe, pêkanîna armancên şoreşê û gelê xwe bifikirin.

HEMLEYÊN HIŞYARIYÊ

Di encama zêdebûna kesên hişbirê dibin, bi taybet di vê demên dawî de, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê bi koordînaya bi Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê re di destpêka îsal de dest bi hemleya fireh a li dijî kesên hişbirê bi kar tînin li herêma Firatê kir.

Li gorî Mihemed Mehmûd, di bernameya hemleyê de çêkirina wêneyên hişyariyê ji kesên hişbiran dibin li ser dîwarên kolanên sereke yên Kobanê têne daliqandin, li gel wê jî civîn û semîner hatin dayîn û broşor li herêma Firatê û li kampa Koçberên Girê Spî hatin belavkirin. Her wiha endamên Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê destek dan Hêzên Ewlekariya Hundirîn û kesên hişbirê dibin û bazirganên wê dikin, girtin.

Li Sûriyê gelek dewletan krîz ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û bi rêya hişbirê çînên aktîf ên civakê derbe kirin, li hember wê jî têkoşîn û şerê wan planan tê kirin.

Endamê rêveberiya giştî ya beşa têkoşîna li dijî sûcê ya Herêma Firatê Kawa Hemo da zanîn dewletên cîran ên ku dijminatiya gelê herêmê dikin bi hemû rêbazan êriş dikin, heke ne bi şerê leşkerî be, bi şerê taybet an jî sar êriş dikin.

Hemo got: "Em jî bi hemû hêza xwe li dijî vê yekê tê dikoşin, wan tore û bazirgana bi rêya hemleyên xwe û xebatên taybet dişopînin."

Ji bo têkbirina wan toreyan, beşa têkoşîna li dijî sûcê hemleyên şopandin û têkoşînê berdewam dike, her wiha Kawa Hemo eşkere kir ku encamên hemleyan ji sedî 50 erênî bûn û gelek kesên hişbirê dibin û propagandaya wê dikin girtin.

Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Hişbirê ya Cîhanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 26’ê vê mehê de miqdarek ji madeyên hişbirê ku di hemleya têkoşîna li dijî hişbirê desteserkiribûn, telef kirin û ragihand ku hezar û 875 kesên hişbirê dibin, propagandaya wê dikin û bazirganên wê girtin.

‛POŞMANÎ Û BANGA VEGERA LI RÊYA RAST’

Welatiyê bi navê C.C. ku li maleke Minbicê tevî xwediyê malê, 2 zarokên wî û kesekî din hatine girtin û li gel wan madeyên hişbir hebûn, wiha got: "Bazirganiya hişbirê rêya têkçûyînê ye, divê em dev jê berdin û li rêya rast vegerin."

C.C. poşmaniya xwe anî ziman û bang li bazirganên van madeyan kir li rêya rast vegerin, ji ber ew made zirarê didin civak û ciwanan û divê werin parastin.

Her wiha li gorî lixwemikurhatinên hin kesên girtî û bazirganan, hişbir bi rêya ajandeyên derve û alîgirên wan ên ji hundirê herêmê derbas, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe, ji Îranê di ser Başûrê Kurdistanê re tê, ji Tirkiyê bi rêya sînor re tê û ji herêmên Nibul, Zehra û herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de tê.

(fr)

ANHA