Rêveberiya Minbicê: Ji bo ku em bi aramî bijîn, divê em têkoşîna xwe bilind bikin

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo got "Ji dema rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê ji qirêjiya terora DAIŞ’ê û heta roja îro, sûcên dewleta Tirk berdewam in.” El-Ebo bang li her kesî kir ku asta têkoşîna xwe bilind bike.

Rêveberiya Minbicê: Ji bo ku em bi aramî bijîn, divê em têkoşîna xwe bilind bikin
30 hezîran, 2021   07:21
MINBIC - SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de êrişên li dijî gundên Minbicê yên li eniyên şer zêde kirine, di encamê de zirarên mezin gihandin mal û milkên şêniyên li herêmê û jiyana wan yekser dixin xetereyê. Lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyên şer di çarçoveya parastina rewa de bersiva êriş û hewldanên dagirkirinê didin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Elî El-Ebo wiha got: "Herêmên ku rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin armanc; gundên ku şênî tê de hene. Her tim şêniyên Minbicê di encama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bênavber de di nava metirsî û nakokiyan de ne. Dagirker hewl didin herêmê vala bikin û dagir bikin. Di rojên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine."

El-Ebo wiha domand: "Ev ji bo dewleta Tirk a dagirker ne tiştekî nû ye, ji ber ku dewleteke dagirker e û her tim hewl dide ewlehî û aramiya herêmê tevlihev bike û berxwedana şêniyên wê lawaz bike. Her wiha da zanîn ku ew li Minbicê bi ewle û aram dijiyan, lê di vê dawiyê de ew yek li xweşiya hin ajandeyên derve nehat, ji bo wê hewl didin ewlehî û aramiyê xerab bikin, lê bi saya zanabûn û têgihiştina gel tevahî planên wan bi bin dikevin û armancên wan têk diçin."

Mihemed Elî El-Ebo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em Rêveberiya Minbic û Gundewarên Wê van êrişên bêserûber ên ku dewleta Tirk li dijî şênî û herêmên me pêk tîne, şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe ya mirovî û exlaqî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê helwestê nîşan bidin û bang li gel dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin."

(fr)

‏ANHA‏ ‏‏  ‏

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EkkxA44Db3g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>