​​​​​​​Bi yekitiya Kurdan dê nîjadperestiya ‘Kurdistana xeyalî li vir definkirî ye’ nemîne

Şêx Seîd û hevreyên wî û hemû rêveberên Kurd ên ku li dijî dewleta Tirk a qirker serî hilda, li pey xwe mîraseke mezin a têkoşînê û du dersên dîrokî hiştin; dijminatiya faşîzma dewleta Tirk a li dijî Kurdan û hewcedariya Kurdan bi yekitiya neteweyî.

​​​​​​​Bi yekitiya Kurdan dê nîjadperestiya ‘Kurdistana xeyalî li vir definkirî ye’ nemîne
30 hezîran, 2021   05:49
NAVENDA NÛÇEYAN - KENDAL CÛDÎ

Beriya 96 salan rojeke wiha anku sala 1925`an dewleta Tirk a nûjen ku li ser cenazeyên mirovan ava bû, Şêx Seîd û hevreyên wî darve kirin û bi vî awayî hewldaneke din a Kurdan a bi destxistina mafên xwe, têk bir.

Di heman roja sala 1999`an de anku 30 Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker biryara darvekirina rêber Abdullah Ocalan da. Bê guman biryara darvekirina rêber Ocalan di heman roja darvekirina Şêx Seîd de, nameyeke zelal a dewleta Tirk ji bo tevahiya Kurdan e.

DUH FAŞÎZMA KEMALÎST, ÎRO FAŞÎZMA ERDOGAN-BAHÇELÎ

Eger mirov bûyerên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bîne bîra xwe û bi rojên îro re bide ber hev, heman komplo û êriş li dijî gelê Kurd tên kirin. Lê tenê komploger tên guhartin, wê demê faşîzma kemalîst bû, îro jî faşîzma Erdogan û Bahçelî ye. Lê tenê cudahiyeke sosret heye, di komployên sedsala 21`an ên li dijî Kurdan de, mixabin hin aliyên ku qaşo banga kurdayetiyê dikin, bi awayekî eşkere hevkariya dewleta Tirk dikin.

Piştî ragihandina komara dewleta Tirk ku wê demê soza dayîna mafên Kurdan di Peymana Sevrê de hate dayîn, dewleta qirker Kurd weder kirin û polîtîkayên zext û zorê li dijî Kurdan dane meşandin. Şêx Seîd li hemberî polîtîkayên qirkirinê û înkarkirinê û bêbextiya hêzên herêmî û navneteweyî serî netewand û serhildan li Bakurê Kurdistanê, nexasim li Amed, Meletî, Dêrsim, Xarpêt, Çewlik û Mûşê ragihand. Her çi qas destkefiyên ku Serhildana Şêx Seîd mayînde nebûn, lê ji dewleta Tirk a qirker re bû nameyek ku dê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe di nava têkoşînê de bin. Lê para mezin a têkçûna Serhildana Şex Seîd a Kurdan bû. Di wê demê de jî, di navbera Kurdan de yekitiyek tune bû, ev yek bû sedem ku serhildan têk biçe.

Piştî serhildanê di çarçoveya Qanûna Pêkanîna Aramiyê (Takrir-i Sukun Kanunu) de Dadgehên Serxwebûnê (Îstîklal Mahkemelerî) hatin avakirin û Şêx Seîdê Pîranî û hevreyên wî bi dar ve kirin. 

SERHILDANÊN KURDAN Û 2 DERSÊN DÎROKÎ

Piştî Serhildana Şêx Seîd, gelek serhildan wekî Agirî heta Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabûn. Her çi qas taybetmendiyên van serhildanan hin ji wan olî bûn, hin jî malbatî yan jî êlî bûn, lê bêguman li pey xwe ji tevahiya Kurdan re mîraseke têkoşînê û 2 dersên dîrokî hîştin. Dersa yekê; kî dibe bila bibe madem Kurd e, ji kîjan parçeyî be, ji kîjan olî û êlan be, ji kîjan partî û saziyan be, dema ku behsa mafên kurdayetiyê bike, dewleta Tirk hovtirîn êrişan li dijî wan pêk tîne. Di serhildanên Kurdan ên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û heta derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê, ev ders bi awayekî eşkere diyar dibe. Dersa duyemîn û ya herî girîng ku hêviya tevahiya gelê Kurd e; yekbûna hêzên kurdî ye. Tunebûna yekitiya Kurdan sedemeke sereke ya têkçûna şoreş û serhildanên Kurdan ji Bakurê Kurditanê heta Komara Mehabadê û Başûrê Kurdistanê ye. Ev kelemeke sereke ye ku heta niha li hemberî bidestxistina mafên Kurdan li Kurdistanê, bûye asteng.

Piştî sed sal di ser avakirina komara Tirk û dîzaynkirina Rojhilata Navîn re derbas bû, ku di encamê de Kurdistan bû çar parçe û Kurd weder kirin, dewleta Tirk a qirker bi heman hişmendiya faşîzma kemalîst îro li hemberî Kurdan komployên qirêjî amade dike.

‘KURDISTANA XEYALÎ LI VIR DEFINKIRÎ YE’

Dewleta Tirk piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin niha li Başûrê Kurdistanê bi heman armancê di nava hewldanên dagirkirin û qirkirina gelê Kurd de ye. Dewleta Tirk  helwesta "Kurdistana xeyalî li vir definkirî ye " çawa ku ev helwest di têkbirina Şoreşa Agirî de bi kar anî, îro jî heman helwestê li dijî Kurdan li her dera Kurdistanê pêk tîne.

Lê mixabin her çi qas di dema serhildanên Kurdan ên navbera 1925-1937`an de, bi destê hin Kurdên xwefiroş rêberên Kurdan dihatin girtin û ew radestî dewleta Tirk dihate kirin û bandoreke neyînî li serildanan dihate kirin. Îro bi awayekî eşkere PDK`ê ya ku qaşo banga "kurdayetî" dike, bi dewleta Tirk re li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê  di nava planên qirêj û komployeyan de ye. Gelo ma PDK`ê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan ji bîr kirine? PDK îdia dike ku şerê dewleta Tirk tenê li dijî PKK`ê ye, baş e gelo Şêx Seîd, Seyîd Riza û hwd PKK`yî bûn?.

Alava şerê taybet ê dewleta Tirk û hin hevkarên wan ên "Kurd" her çi qas bêjin ku şerê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê tenê li dijî PKK`ê ye, rastiya dîroka Kurdan van îdiayan berovajî dike.

Lewra êdî di sedsala 21`an de, ne hewce ye ku kes ji Kurdan re komkujî û dijminatiya dewleta Tirk ên li dijî wan şîrove bike an jî bi bîr bixe. Li hemberî vê yekê jî tenê du rê hene; divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde û vegera nava hêzên kurdistanî  yan jî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk ku dijminatiya tevahiya Kurdan dike, berdewam bike. Vê yekê jî dê dîrok efû neke.

NEVIYÊN ŞÊX SEÎD LI SER ŞOPA WÎ NE

Îro neviyên Şêx Seîd û hevreyên wî û şagirtên rêber Abdullah Ocalan, li Başûr û çiyayên Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê li hemberî êriş û komployên dewleta Tirk a dagirker, xewn û xeyalên bav û kalan bi cih tînin.

Ji ber vê yekê, bi yekitiya gelê Kurd û lidarxistina kongreyeke neteweyî, dê şoreşa Rojava misoger û mayînde bibe û tovên wê, ji bo Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bibin destek. Eger Kurd di van çend salên pêşiya me de, mekanîzmaya yekbûna Kurdan ji xwe re wekî stratejiyeke sereke diyar nekin, wekî ku çawa dewleta Tirk got "Kurdistana xeyalî li vir definkirî ye" dê êdî navê kurdayetiyê xeyal be, ne tenê Kurdistan.

Em sedsala 21`an bi rêya yekitiya neteweyî ya kurdistanî bikin sedsala pêkanîna xewn û xeyalên lîderên Kurdan ên ji bo mafê Kurdan canê xwe kirin qurbanî. Ev xewn û xeyal jî tenê bi yekitiya Kurdan misoger dibe.

ANHA