​​​​​​​Rêber Ocalan: Zîlan di dîroka têkoşîna azadiyê de sembol e

Rêber Abdullah Ocalan kesayeta şehîd Zîlan bi rêya analîzên xwe yên 1997’an destnîşan dike ku şehîd Zîlan di dîroka têkoşîna azadiyê de nûnertiya pêşengiya mezin a guhartin û nûkirinê kir.

​​​​​​​Rêber Ocalan: Zîlan di dîroka têkoşîna azadiyê de sembol e
30 hezîran, 2021   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîd Zîlan beriya şehadetê di peyama xwe de dibêje: "Bi gelê Kurdistanê re hevgirtî bin û piştgiriya wî bikin, dilên xwe ji zingariya emperyalîst ku mejiyên we sekinandiye, paqij bikin, guh bibin bang û lêdanên azadiyê yên vî gelî. Ji ber ku di vî dengî e biratî, mirovahî û dostanî heye."

30’ê Hezîranê salvegera 27’emîn a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) ye ku çalakiya fedayî li dijî artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê di 1996’an de pêk anî.

‛ZÎLAN SEMBOLA YEKBÛNA ŞER Û JIYANÊ YE’

Rêber Abdullah Ocalan kesayeta şehîd Zîlan di salvegera şehadeta wê de bi rêya analîzên xwe yên sala 1997’an wiha wesif dike: "Kesayeta hevrê Zîlan tê wateya kesayeta serfirazî, kesayeta hevrê Zîlan sembola yekbûna şer û jiyanê, serketin û eşqê ye. Ji bo me semboleke giranbiha ye. Em çiqas sembolên xwe yên leheng ên zindî binirxînin û pîroz bikin, ew ê ew qas zêde û mezin bibin. Heval Zîlan bi rêya bombeya xwe ku qirêjiya di dîrokê de kom bûbû, paqij kir û bi vê yekê jî rêya azadiyê li pêşiya jinan vekir.

Niha ez wê bêhtir hîs dikim, mirov dikare qala mezinahî, cesaret û zanîna vê jinê bi rengekî berbiçav bike û ew dikare evîneke mezin bi wê re were parvekirin û heke em qala jîna bi jinekê re bikin em dikarin awaya jiyana hevrê Zîlan bijîn. Hevrê Zîlan pêşeng e û ez şervanê wê me."

Her wiha rêber Ocalan şehîd Zîlan bi şahbanûya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê wesif kir, ji ber ku wê nûnertiya dîroka têkoşîna azadî û lûtkeya mezin a guhartin û nûkirinê dikir.

‛RÊYA AZADIYÊ DI ŞER RE DERBAS DIBE’

Zîlan ji tevahî jinan re asta zanîna wê ya welatparêzî û kûrahiya wê di metoda sosyalîst û azadiyê de eşkere kir û di peyamên xwe de wiha tîne ziman: "Rêya azadiyê di şer re derbas dibe, ji bo şerkirina bi awayekî baş divê rêxistin bi awayekî baş be. Heke me xwe baş bi rêxistin kir, em ê bibin xwedî vîneke xurt jî, ji lew re armancên me eşkere ne. Divê tevahî jinên Kurd taybetmendî û taybetiyên xwe yên erênî mîna welatparêzî, israr û cesaretê di xizmeta şoreşê de bi kar bînin û bibin xwedî kedeke mezin ji bo pêkanîna wê."

Rêber Abdullah Ocalan di heman analîzê de wiha dibêje: "Em vî şerî ji bo parastina xwe ji hêzên hov ên tarî dikin ku armancên wan tenê wêran û qirkin in. Lê şerê me yên bingehîn watedayîna ji windabûna jiyana me re ye. Ev enî ne kêmtirî eniyê şer e. Em bawer in ku jiyana qebûlkirî, hezkirin û rêzdayînê dê li ser asta ku divê têkilî di navbera mêr û jinan de pêk bê ava bibe. Ez texmîn dikin ku jin dikare kûrahiya wate û hestkirinê bi rêbazekî ku dikare biryara xwe bi xwe bide û nîqaş bike bi pêş bixe, mîna di kesayeta Zîlan de derketiye.

‛KESAYETA DI JIYANÊ DE SERKETÎ WATEYA XWE DI METODA ZÎLANÊ DE DÎT’

Hevrêya me Zîlan di gotinên xwe de heta dawiyê rast bû. Israr, girêdan û hezkirina wê ji jiyanê re heta dawiyê pîroz bû. Me rê jê re vekir, tevî ku em bi wê kêfxweş in, lê em heta niha di tevlihevî û xeteriyê de ku bi sedema nekarîna me ya pêkanîna serketina wê ya giştî. Lê ji bo serkeftina li hember vê yekê, em ê teqez rêya xwe ya zehmet berdewam bikin, mîna ku wê bi xwe bi bîr xistiye, ew ê bibe serkeftinek. Bi vê wateyê ne tenê metod serketina şer e, lê belê kesayeta di jiyanê de serketî wateya xwe di metoda Zîlanê de dît. Ji vir û şûn de, dê wateya jiyanê di vê metod û sozê de be. Tevî hemû çewtî û şaştiyên me me xwest hin ji van xwestekan pêk bînin, ez texmîn dikim ku ji vir û şûn de dê cesaret zêde bibe û nêzî rastiyê be, zêdetir zana bibe û dê tevahî xwestekên jiyanê pêk bînin, em ê serketina jiyanê li gorî serketina me di şer de misoger bikin."

Gotinên Zîlanê wateya wê yekê eşkere dike ku gotibû: "Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wateyên mezin û pratîkî ya mezin."

Şehîd Zîlan siyaseta qirkirinê ya ku dijminê li dijî têkoşîna rizgariya gelê Kurd dimeşîne, felc kir. Rêber Ocalan ji bo şehîd Zîlan got wê bi çalakiya xwe ya fedayî manîfestoya azadiyê ji bo têkoşînê ava kir û bû sond û soz.

(fr)

ANHA