Agahiyên dawî ji malbatên nûnerên ku hatine revandin

Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên li Başûrê Kurdistanê beriya ku bên revandin, ji aliyê hêzên Parastin ên PDK`ê ve, hatibûn binçavkirin û gef li wan hatibû xwarin ku karê rêxistinê nekin.

Agahiyên dawî ji malbatên nûnerên ku hatine revandin
30 hezîran, 2021   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 10'ê Hezîranê, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û herdu endamên têkiliyan yên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li Başûr, dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

Heya niha tu agahiyên zelal ji aliyê asayîş û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve nehatine dayîn. Me agahiyên dawî ji malbatên wan wergirtin.

`EM JI REWŞA WAN METIRSÎDAR IN`

Birayê Cîhad Hesen, Ferhad Hesen metirsiya li ser jiyana birayê xwe anî ziman û got: “Ev sê hefte,ne ku Cîhan û hevalên wî li gel Asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Em nizanin ku ji bo çi hatine girtin. Der barê vê de tu agahiyan nadin me. Zêdetirî 7 sal in ku xebata xwe ya siyasî li herêma Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Tiştekî dervey zagonên herêmê nekiriye. Karê ku dikirin bi rêya zagonên herêmê dikirin û bi awayekî eşkere dikirin. Em ji rewşa wan metirsîdar in.” 

`ZEXTA ÎMZEKIRINA BELGEYAN`

Ferhad anî ziman ku birayê wî Cîhad gelek caran hatiye binçavkirin û got: “Beriya 4 mehan Cîhad wekî mêvandarî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû. Zêdetirî 3 mehan li wir ma. Piştî vegeriya Başûrê Kurdistanê asayîşa Başûrê Kurdistanê bi telefonê lê geriyan û gotin `dosya bi navê te heye û divê tu were gel me. Gotibûn divê tu di saet 9`ê sibehê de li gel me be.` Cîhad, zêdetirî 3 saetan di lêpirsînê de ma. Gelek caran Cîhad hatiye lêpirsînkirin. Ji bo karê nûnertî û rêxistinê li Başûrê Kurdistanê neke, belge danîne pêşiya wî û gotine divê tu îmze bikî ku vî karî nakî. Ruxmî ku karê wan bi awayekî fermî bû, lê dîsa jî wiha nêz dibûn.”

`BERIYA BINÇAVKIRINÊ GEF LI MALBATAN HATIYE XWARIN`

Ferhad destnîşan kir ku beriya Cîhad Hesen bê girtin gef li malbata wî hatiye xwarin û jêre hatiye gotin ku `divê hûn dev ji vî karî berdin û dûrî rêxistinê bikevin` Cîhad got: “Malbata me jî li Başûrê Kurdistanê gelek caran rastî gefên asayîşa herêmê dihat. Ji malbata min di lêpirsînê de pirs dikirin `Hûn çi karî dikin, navê hevalên we yê li Rojavayê Kurdistanê çi ne, rêveberiya Rojava kî ne.”

Ferhad anî ziman ku beriya sê rojan malbata wî û malbata Misetefa Osman Xelîl çûn asayîşe, lê tenê hevjîna Cîhad Hesen û hevjîna Mistefa Osman Xelîl derbas kirin. Ferhad diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku `hevdîtin qedexê ye, 15 heya 20 rojan di lêpirsînê de dimînin. Qedexe ye kes wan bibîne û hevdîtinê bike.`

BILA YEKSER BÊN BERDAN

Ferhad bang li serokê herêma Kurdistanê, Parlementoya herêma Kurdistanê û partiyên siyasî kir ku yên hatine binçavkirin yekser bên berdan û got: “Rojavayê Kurdistanê di rewşeke awarte re derbas dibe, dijmin ji her alî ve dixwaze projeya Rojavayê Kurdistanê têk bibe. Divê tu kes nebe alîkar û xwestekên dijmin bi ser nexin. Girtina wan zerarê dide danûstandinên Kurdî-Kurdî. Xwesteka me ewe ku girtî bên berdan.  Kurd divê bibin yek û nebin sedema binpêkirina beşek Kurdistanê. Divê her kes xwedî li projeya Rojavayê Kurdistanê derbikeve.”

Hevjîna Mistefa Osman Xelîl, Edla Ebdullah anî ziman ku hevjînê wê du caran ji aliyê hêza Parastin ve hatiye binçavkirin û got: “Di binçavkirinê de her jê re digotin dev ji vî karî berde û belgeyek ji bo berdana kar danîn pêşiya wî û jê dixwastin ku îmze bike.”

REWŞA GIRTIYAN NE BAŞ E, BILA HER KES LI PEY WAN BIKEVIN

Edle Ebdullah destnîşan kir ku roja şemiyê çûne asayîşa herêmê û wiha got: “ Navê Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê di lîsteya wan de bû. Min ji wan re pere û hijmara telefona xwe danî. li gor ku min fam kir `rewşa wan qet ne baş e, jiber wê yekê pêwîste her kes li pey wan bikevin` jibo azadiya wan bixwbitin.

Hevjîna Mistefa Ezîz Mistê, Fatma Şahîn Ismaîl jî diyar kir ku beriya 3 salan hevjînê wê hatibû binçavkirin. Di binçavkirinê de gef li wî û malbata wî hatibû xwarin ku ji Başûrê Kurdistanê derbikevin û biçin Rojavayê Kurdistanê. Fatma Ismaîl anî ziman ku her saetê li benda agahiyekê ne, lê heya niha tu agahî nedane wan, Fatma di dawiyê de banga serbestberdana wan kir.