​​​​​​​Dagirkeriya Tirk cezayê muebet li 3 şervanên suryanî birî

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û 3 şervanên wan ên ku dewleta Tirk cezayê muebet li wan biriye, serbest berdim.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk cezayê muebet li 3 şervanên suryanî birî
29 hezîran, 2021   20:28
HESEKÊ

Bi destpêka êrişên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê re, dewleta Tirk 3 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî girtin û revandin Tirkiyê.

Dewleta Tirk  ku qanûnên navneteweyî bin pê dike, cezayê mubet li her sê şervanan birî.

Têkildarî mijarê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyaniyek da, tê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdanê bikin da ku şervanan serbest berde.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine binpêkirinên mafên mirovan didomîne.  Ev binpêkirin bi rêya komên tundraw ku piştevaniya wan dike pêk tên. Dewleta Tirk rasterast dihêle ku dizî û tanalkirina milkên welatiyên koçber û guhertina demografî pêk were.

Di heman demê de Tirkiyê qanûnên navneteweyî yên peymana Cinêvê yên têkildarî girtiyên şer bin pê dike. Hikumeta Tirk dîlgirtiyên şer ên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Sûriya Demokratîk vediguhêze Tirkiyê û li wir wan dadgeh dike. Ev yek binpêkirineke eşkere û mezin ji peymana Cinêvê ye.

Par dadgeha rejîma Tirk sê şervanên Meclisa Leşkerî ya Suyranî li herêma Orfa ya Tirkiyê darizandin û cezayê 7 sal û nîv girtîgeh li wan birî, piştî derdora 3 mehan careke din hatin darizandin û cezayê muebet li wan hate birîn.

Em Meclisa Leşkerî ya Suryanî van sûcên dijminane û dermirovî yên li dijî qanûnên navneteweyî ku hikumeta Tirk ji sala 2016 û heta niha li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li herêmên dagirkirî pêk tîne, şermezar dikin.

Em bang li hemû dewletên mezin, bi taybet ên têkildarî dosyaya Sûriyê û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku tavilê destwerdanê bikin û hikumeta Tirk neçar bikin ku şervanên me bi lez berdin."

ANHA