​​​​​​​Sembola fedekarî û lehengiyê; Şehîd Zîlan

Di dîroka têkoşîna gelê Kurd a li hemberî dagirkeran de Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi çalakiya xwe ya fedayî bû sembola azadî û lehengiyê.

​​​​​​​Sembola fedekarî û lehengiyê; Şehîd Zîlan
30 hezîran, 2021   00:36
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

 “Îdiaya min a jiyanê gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ez ji jiyanê û mirov an pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” bi van gotinan şehîd Zîlan çalakiya xwe ya fedayî li Dêrsimê pêk anîn û mîraseke ku bi lehengiyê dagirtî li dû xwe hişt.

Dema çalakiya xwe pêk anî, tenê salek li ser tevlêbûna wê ya di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de derbas bûbû. Lê dîsa jî navê xwe di rûpelên dîrokî de xêz kir û bi şagirta rêber Abdullah Ocalan hat binavkirin.

Jiyaneke bê wate di welatekî bindest de qebûl nekir. Zîlan bi berxwedana xwe îsbat kir ku heke jin armancekê deyne pêşiya xwe helbet wê pêk bîne.

ZÎLAN KÎ YE?

Zeyneb Kinaci (Zîlan) sala 1979`an li gundê Almalî yê Malatyayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Beşa “Zanista Derûnî” ya zanîngeha Înono diqedîne û zewicî ye. Beriya ku tev li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bibe di beşa rangtonê ya nexweşxaneya watanî ya bajêr de dixebite.

Li zanîngehê tevgerê nas dike. Welatparêzî û hestên neteweyî ji malbata xwe ya welatparêz digire. Sala 1994`an tev li xebatên eniyê yên li Edeneyê dibe û salekê lê dimîne.

Sala 1995`an li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê tev li gerîla dibe û navê Zîlan hildibijêre ku tê wateya vejandin.

Her wiha sedemeke din a hilbijartina vî navî heye ku dewleta Tirk Tîrmeha sala 1930`iyan li Geliyê Zîlanê komkujiyek li dijî Kurdan pêk anî, li gorî ku rojnameya Cumhuriyet a Tirk wê demê weşandiye, di encama vê komkujiyê de 17 hezar Kurdên sivîl bûn qurbanî di nav de jin, mêr û zarok hene.

Şehîd Zîlan ji bo pêkanîna hevjiyana azad û ji bo doza Kurd û Kurdistanê xebateke bêhempa meşand.

Şehîd Zîlan bi rêya nameyekê wiha behsa tevlêbûna xwe kir: “Di nava gerîla de min kesayeta xwe ji gelek aliyan ve nas kir û pêş xist. Ez dikarim bêjim ku di mijarên moral, biryar, vîn û cidîbûnê de min hêz girt.”

ÇALAKIYA FEDAYÎ

Zîlan bi têkoşîna xwe û bi çalakiya ku pêk aniye, îsbat kir ku ên ji jiyanê hez dikin dikarin jiyanê çêkin û bidin û tiştên bêhempa bi dest bixin. Di dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de çalakiya şehîd Zîlan a yekemîn bû.

Bi çalakiya ku di 30`yê Hezîrana 1996`an de li navendeke artêşa Tirk a dagirker a li Dêrsimê pêk aniye re, hêz û moral da gelê xwe û tirs xist nava dewleta Tirk a dagirker.

Zîlan li hemberî hewldana kuştina rêber Abdullah Ocalan ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve li paytexta Sûriyê Şamê, çalakiya xwe li dar xist.

Zîlan 8 kîlogram madeyên teqemî (TNT), hesin û du bomeyên destan li xwe pêçand û weke ku ducanî ye derbasî nava navenda artêşa Tirk bû û xwe teqand. Di encama wê çalakiya leheng de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Zîlan beriya ku çalakiya xwe li dar bixe, nameyek ji rêber Abdullah Ocalan re dişîne û tê de dibêje: “Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaziya azadiya gelê xwe. Ez dixwazim mezinbûna hêrsa xwe ya li hemberê polîtîkaya împeryalîzmê ya ku li ser jinê dimeşîne û dike kole bidim nîşan û bibim sembol û nîşana berxwedana jina Kurdistanê."

ZÎLAN… MANIFESTO

Têgihiştina Zîlan a fikirê rêber Abdullah Ocalan û hesasiyeta pêvajoya ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê re derbas dibe hişt ku canê xwe feda bike. Zîlan bi şehadeta xwe dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî li dû xwe hişt.

Rêber Abdullah Ocalan fedekariya şehîd Zîlan bi “Manîfesto” bi nav kir û got: “Hevala Zîlan pêşeng e ez jî şervanê wê me. Qiralîçeya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, ji ber ku asta welatparêziya xwe û lêhûrbûna xwe ya di rêgeza sosyalîzmê û azadiyê de destnîşan kir.”

BI HEZARAN ZÎLAN

Şehîdbûna Zîlan û fedekariya wê di dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de pêvajoyeke nû bû. Piştî wê çalakiyê bi hezaran ciwanên Kurd bi taybet jin tev li tevgerê bûn.

Li ser şopa Zîlan gelek jin meşiyan mîna Sema Yûca, Gulan, Fatoş Saglamoz, Rojbîn Ereb, Ronahî, Aleftarya, Arîn Mîrkan, Jîn Rojhilat, Zinar, Duga, Têkoşîn Farqîn, Avesta Xabûr.

Şehîd Zïlan ji bo gelê Kurd ronahiya ber bi azadiyê ve ye, gelê Kurd li tevahî cîhanê li hemberî siyaseta pişaftinê serî hilda û li ber xwe da, avakirina sazî û Rêveberiya Xweser û afirandina jiyaneke bi rûmet ji bo Kurdan û tevahî gelên encama vê berxwedanê ne.

Li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran dayîkan navê Zîlan li zarokên xwe kirin. Her wiha gelek hunermendên Kurd stran li ser Zîlan û lehengiya wê amade kirin. Di nav de strana şehîd Delîla “Zîlan”.

30`iyê Hezîranê salvegera 25`an a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Akinci) ye.

(şx)

ANHA