​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawayê careke din da ber topan. Ji ber topbaranê ziyanên madî bi malên sivîlan bû.

​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
​​​​​​​Ji ber êrişa dagirkeran a li ser Şêrawayê ziyan gihiştin malên sivîlan
29 hezîran, 2021   14:23
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên duh saetên derengî şevê gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir. Artêşa Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî 5 topên obusan avêtin gund, top li derdora dibistana gund ket ku koçberên Efrînê û şêniyên gundê Soxanekê lê dimînin.

Di encama topbaranê de ziyanên mezin ên madî bi malên sivîlan bûn.

Têkildarî topbarana ku raste rast sivîlên gund dikir hedef, şêniyên gundê Xirêbkê axivî.

Jina bi navê Şukran Şêxo ku ji bajarê Efrînê û koçberî gund bûye,got: "Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser sivîlan em ji Efrînê derket. Dagirkeriya Tirk ji vê têr nebûn, niha careke din bi zanebûn me li gundên navçeya Şêrawayê dike hedef."

Şukran piştrast kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê duh êvarî saet 11'an malên sivîlan topbaran kir, di encamê de ziyanên madî gihiştin malên sivîlan.

Şukran bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildarî sûcên Tirkiyê şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Topên dagirkeriyê nikare vîna û berxwedana me ya li navçeya Şêrawayê têk bibin. Em di mayîna li Şêrawayê de heta rizgarkirin û vegera li Efrînê bi israr in."

Şêniyê bi navê Welîd Mamo yê ji gundê Soxanekê got, ji ber topbarana dagirkeriya Tirk neçar man ji gundê Soxanekê biçin dibistanê gundê Xirêbkê.

Mamo diyar kir ku dagirkeriya Tirk rojane gundên navçeya Şêrawayê topbaran dike û rasterast sivîlan dike hedef, ji ber topbaranê  bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da.

EmîneHesen jî destnîşan kir ku ji roja dagirkirina Efrînê ve 3 caran hatiye koçberkirin û got: "Gelo me çi guneh kiriye ku rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve werin topbarankirin û civaka navneteweyî bêdeng e."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fSOkxr7TUZs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>