Dewleta Tirk careke din av li ser Hesekê qut kir, meclisa kantonê bang kir

Meclisa Kantona Hesekê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdana lezgîn bikin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku avê berde û azarên şêniyên Hesekê rawestin.

Dewleta Tirk careke din av li ser Hesekê qut kir, meclisa kantonê bang kir
29 hezîran, 2021   13:42
HESEKÊ

Stasyona ava Elokê ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temir, herêmên başûrê Hesekê; Hol, Erîşa, Şedadê û Mergede, her wiha ji bo kampên li herêmê mîna kampa Erîşa, Holê, Wasûkanî, Serêkaniyê xwedî girîngiyek e, ji ber zêdetirî milyonek şêniyên wan herêman ava vexwarinê ji wê stasyonê werdigirin û stasyon di bin serweriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye.

Girêdayî mijarê, Meclisa kantona Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin ku ji nû ve ava stasyona Elokê berdin bajêr û navçeyên wê da ku karesateke mirovî çênebe.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk careke din bi rêya çeteyên xwe ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê û gundewarên wê yên Til Temirê qut kir. Dewleta Tirk vê ji dema Serêkaniyê dagir kiriye ve siyasetê pêk tîne.

Qutkirina ava stasyona Elokê ji ser Hesekê û derdora wê sûcekî dermirovî ye. Qutkirina avê di demeke pêwîstiya şêniyan zêdetir bi avê heye pêk hat, bi taybet vê havînê. Li gel wê jî tunebûna avê li ser herêmê û kampên koçberan zarokan rûbirûyî xeteriya jehrîbûnê de dihêle.

Ev kiryar û sûc xaleke şermê li eniya saziyên navneteweyî û rêxistinên idîaya mafên mirovan dikin, ji ber ku li pêş çavên tevahiyan pêk tê û bê deng in. Her wiha bêdengiya wan jî eşkere dike ku ew şirîkên azarên ku sivîl dikişînin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin tavilê tedbîran bigirin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji nû ve avê berde û azarên şêniyên Hesekê rawestin ku karesateke mirovî çênebe û gefan tîbûnê li zêdetirî milyonek û nîv mirovan nexwe."

ANHA