'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Zîlan bi çalakiyên cûda hat bi bîranîn. Di çalakiyan de hate gotin ku şehîd Zîlan sebmola jina azad e, di oxira nirx û wateya jiyana azad de canê xwe feda kir.

'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'
'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'
'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'
'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'
'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'
'Şehîd Zîlan sembola jina azad e'
29 hezîran, 2021   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvgera 25'an çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî), li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xNWlUOk8i0k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê çalakiyek ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Raperîn Dêrik axivî û got: "Meha Hezîranê meha şehîdan e, di serî de şehîd Zîlan e. Her rojek ji rojên vê mehê bîranîneke lehengî heye."

Raperîn anî ziman ku dîroka jinê di vê mehê de dest pê kir û got: "Di Hezîrana 1996'an de şehîd Zîlan bi rihê xwe yê fedayî çalakiyek li dar xist, ji ber ku jiyaneke normal û bi kole ji bo jinan qebûl nekir, divê jin Zîlan nas bikin û wê fêm bikin."

DÊRIK

Bi pêşengeya Kongreya Star bi dehan şêniyên Dêrikê li navenda Çand û Hunerê ya Dicle kom bûn û şehîd Zîlan bi bîr anî.

Ji bo bîraîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, paşl sinevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan.

Di bîranînê de endama Kongreya Star Leyla Dêrik axivî û bal kişand ser fedekariyên şehîd Zîlan û tevahî cangoriyên azadiyê û diyar kir ku bi saya wan serkeftin hatin bidestxistin.

Leyla diyar kir ku şehîd Zîlan nûnertiya jina azad dike ya ku di oxira parastina nirx û wateya jiyana azad de şehîd bû û li hemberî faşîzma dewleta Tirk de bê terdudu canê feda kir.

Di dawiyê de Leyla Dêrik îşaret bi rola jin di şoreşa Rojav de kir û soza şopandina xeta şehîd Zîlan û tevahî şehîdên azadiyê da.

DÊRAZOR

Bi heman boneyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Sawa ya Dêrazorê daxuyanî dan.

Endama rêveber  a Yekitiya Jinên Ciwan Suha Salih daxuyanî xwend û got: "Van rojan salvegera 25'emîn a şehadeta Zîlan e. Şehîd Zîlan mînaka fedekariyê  ye, bi fedekariya xwe nirxê jina azadî nîşan da."

Suha got, dema ku rejîma Tirk a faşîst hewl da rêber Abdullah Ocalan qetil bike, şehîd Zîlan xwest bi çalakiya xwe bersiva vê komployê bide û çalakiya wê ya di Hezîrana 1996'an de li hemberî hemû hêzên komploger bû.

Jinên ciwan di dawiyê de soza şopandina rêya şehîd Zîlan û hemû şehîdên azadiyê da.

ANHA