Li Baxozê hemleya paqijkirin û sererastkirina rêyên sereke dest pê kir

Şaredariya Gel a bajaroka Baxozê ya Dêrazorê, hemleya paqijkirina giştî û sererastkirina rêyên sereke li kolanên sereke da destpêkirin.

Li Baxozê hemleya paqijkirin û sererastkirina rêyên sereke dest pê kir
29 hezîran, 2021   13:07
DÊRAZOR

Şaredariya Gel tevî Meclisa Şehîd Salim El-Ebdulah, hemleya paqijkirinê li bajarokê Baxozê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê dest pê kirin.

Ji aliyekî din vem, Şaredariya Gel hin rêyên ku xerab bûne, serersat dike. Şêniyên bajarok jî bi awayekî dildarî beşdarî hemleya paqijkirin û sererastkirinê bûn.

Li gorî çavdêrên Şaredariya Gel, wê  rêya ji bajarokê El-Sûsa heya Baxozê ku dirêjahiya xwe 9 km û di pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê de xerab bûye, were sererastkirin.

Hêjayî gotinê ye ku bajarokê Baxozê baregeha herî dawî ya çeteyên DAIŞ'ê bû û di 23'ê Adarê sala 2019'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate rizgarkirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9rspasFv2iw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>