Ebdulkerîm Umer : Heke pirsgirêka DAIŞ`ê çareser nebe pirsgirêka terorê jî çareser nabe

Ebdulkerîm Umer  encamnameya dawîn a wezîrên dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ya têkildarî girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erênî nirxand û hêvî kir ku ev daxuyanî di demeke nêz de bikeve meriyetê.

Ebdulkerîm Umer : Heke pirsgirêka DAIŞ`ê çareser nebe pirsgirêka terorê jî çareser nabe
29 hezîran, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Di 28`ê Hezîranê de wezîrên dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê civînek li dar xist. Tê de rewşa çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan nîqaş kirin. Her wiha wezîran piştrast kir ku hewl didin têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bikin û şert û mercan peyda bikin da ku vê koma terorîst bi temamî tune bibe.

Girêdayî encamnameya dawîn a civînê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer  diyar kir ku beriya lidarxistina vê civînê, gelek hevdîtin bi hêzên civaka navnteweyî re hatin lidarxistin. Di nav de di 3`yê Hezîranê de civînek bi hemû dewletên Ewropayê, nûnerê Wezareta Karûbarên derve ya Amerîkayê re bi rêya bernameya zoom hat lidarxistin.

Umer  piştrast kir ku wan di civîna 3`yê Hezîranê de diyar kirine ku pêwîste civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariyên xwe yên li hemberî girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cih û wiha domand: “Me ji wan re piştrast kir ku ev pirsgirêk pirsgirêkeke navneteweyî ye. Lewra divê bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Me ji wan re destnîşan kir ku hejmareke zêde ya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan li herêmê hene û ew barên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giran dikin.”

Di nava Kampa Holê derdora 60 hezar kes hene piraniya wan malbat û alîgirên çeteyên DAIŞ`ê ne. Her wiha beşek bi navê Mihacrat heye ku zêdetirî 8 hezar jin hene ku piraniya wan zarokên temenên wan di bin 14 saliyê de ne. Li rex wê jî derdora 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê yên ji zêdetirî 54 dewletan di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine girtin.

`DIVÊ ENDAMÊN DAIŞ`Ê WERIN DARIZANDIN`

Umer  piştrast kir ku divê çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên ku sûc li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne werin darizandin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Wan sûc li dijî pêkhateyên herêmê pêk anîn. Li cem me jî îsbat û belge hene. Heke dewlet bixwazin hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê bibin, dikarin bibin lê bi şerta ku dabînan bidin ku dê wan darizînin.”

Têkildarî malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên Roj û Holê ku weke kampa herî xetere li cîhanê tê hesibandin, Umer  da xuyakirin ku wan gelek caran bang li civaka navneteweyî kiriye ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ`ê de ne, berpirsyariyên xwe bînin cih û hemwelatiyên xwe bibin. Umer  ev yek şîrove kir: “Lê mixabin dewletên Eworpayê û heta civaka eworpî ji vegerandina hemwelatiyên xwe bi fikar in. Lê ev şaştiyeke mezin e. destpêkê tu guneha wan zarokan tune ye ji ber ku qurbaniyên DAIŞ`ê ne. Ya din mayîna wan zarokan di wan kampan de dihêle ku nifşeke radîkal a terorîst a din ava bibe. Ji ber ku li ser fikrê terorîst ê tundraw û tolhildanê tên perwerdekirin. Ew di pêşerojê de dê li ser herêmê û heta civaka navneteweyî jî xetere bin.”

Ebdulkerîm Umer  encamnameya dawîn a civîna Koalîsyonê ya der barê xetereya çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî yên girtî, malbatên wan ên li Sûriyê û Iraqê, pabendiya wezîran ku makenîzmeyên edaletê û hesabxwestinê bi koordîneya dewletên têkildar re bişopînin bi erênî nirxand.

`KAMPA HOLÊ JI BIN KONTROLÊ DERKET DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYA XWE BÎNE CIH`

Her wiha Umer  diyar kir ku divê civaka navneteweyî li gorî berpirsyariyên xwe bixebite û dewletên ku erkên pêwîst li hemberî hemwelatiyên xwe yên girtî yên di nava kampan de nayinin cih, destek û alîkariya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin da ku girtîgehên guncw ava bikin û wiha dewam kir:"Bi rastî girtîgehên heyî ne girtîgeh in. Her wiha divê rolekê di darizandina çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilîzin. Di heman demê de, divê piştgiriyê bidin me bi taybet di mijara Kampa Holê de ji ber ku li cîhanê kampa herî xeterenak e. Ev kamp êdî ji bin kontrola me derdikeve. Heta ku çareseriyê ji vê pirsgirêkê re dibînin divê piştgiriya me bikin da ku navend û dibistanên ji nû ve perwerdekirina zarok û û jinên DAIŞ`ê vekin.”

Umer  bal kişand ser nuqteyeke girîng ku di encamnameya civîna wezîran de hatiye bibîrxistin û got: “Tê de hat gotin ku dê piştgiriyê bidin kesên ku ji sûcên DAIŞ`ê xilas bûne û kesên bûne qurbanî. Di pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ`ê de bi hezaran ciwanên herêmê şehîd bûn û birîndar bûn. Zarok û malbatên wan hene, ji ber wê divê civaka navneteweyî destekê bide wan û birîndarên şer (gazî). Me di vî warî de projeyek amade kir û ji civaka navneteweyî re pêşkêş kir.”

Umer rexneyên ji civaka navneteweyî re dûbare kir û ev tişt anî ziman: "Erka xwe li hember endamên çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan pêk neanî. Hin dewletan hejmareke biçûk ji welatiyên xwe ji malbatên DAIŞ`ê wergirt. Tu çareserî ji pirsgirêka DAIŞ`ê re nehatiye dîtin. Her wiha tu alîkarî di vê der barê de nehatine pêşkêşkirin."

Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku hin çîrokê tracîdî yên malbatên DAIŞ`ê hene û ev agahî dan: "Weke nimûne hin jin hene 4 zarokên wan hene û her zarokek ji bavekî ye û ji welatên cûda ne. Tu nasnameyên wan zarokan tune ne. Ji ber wê em bang li civaka navneteweyî dikin ku konferansekî lidar bixe da ku vê pirsgirêkê nîqaş bike. Ji ber heger pirsgirêka DAIŞ`ê neyê çareserkirin, pirsgirêka terorê dê çareser nebe."

Umer bal kişand ser civînên wan ên asayî bi hêzên Koalisyonê û Amerîkayê re û got yek ji xalên ku tê nîqaşkirin di civînan de xeteriya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan e, girîngiya ku çareserî ji girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan re were dîtin û wiha dewam kir:" Biryara ku di civîna hêzên Koalisyona Navneteweyî ya ji bo DAIŞ`ê û malbatên wan, encama nîqaşên di navbera me û hêzên Koalisyona Navneteweyî bû. Ez bi hêvî me ku di zûtirîn dem de biryar têkeve warê pratîkê de."

Umer got pêkanîna Koalisyonê bi destekdayîna çareseriya siyasî li Sûriyê û berdewamiya şerê li dijî DAIŞ`ê biryarên ji bo herêmê biryarên giring in.

'HEGER ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER NEBE DÊ TEROR NEYÊ TUNEKIRIN'

Ebdulkerîm Umer piştrast kir ku wan gelek caran bi Koalisyona Navneteweyî re mijara aloziya Sûriyê nîqaş kirine û piştrast kir ku heger aloziya Sûriyê çareser nebe dê teror neyê tunekirin û wiha dmand: "Tunekirina terorê girêdayî aramiyê hundirê Sûriyê ye û girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254`an ye."

Ebdulkerîm Umer îşaret bi girîngiya beşdarbûna Kurdan û nûnerên Rêveberiya Xweser ji civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê re têne lidarxistin kir û diyar kir ku rêxistin û hêzên ku bi navê muxalefeta Sûriyê tev li civînan dibin nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin û wiha axivî: "Heger nûnerên Rêveberiya Xweser ku nûnertiya zêdetirî 5 milyon kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û roleke mezin di tunekirina terorê de lîstin werin dûrxistin, aloziya Sûriyê dê çareser nebe."

'DIVÊ DERGEHÊ TIL KOÇER WERE VEKIRIN'

Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî destekê bide pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştî Veto ya rûsî – çînî ya der barê dergehê Til Koçer rastî dorpêçeke giran tê û wiha dewam kir: "Alîkariyên navneteweyî yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi milyonan dolarê amerîkî ye bi rêya Şamê naghêje herêmê. Ji ber wê divê civaka navneteweyî di civîna ku tê payîn di 10`ê Tîrmehê de ji bo dergehên sînor were lidarxistin de, zextê li kesên ku li pêşiya gihaştina alîkariyan ber bi herêmê ve dibin asteng bikin û jinûve dergehê Til Koçer ê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û dewleta Iraqê de were vekirin."

Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin weke Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê pêwîstiya wan bi alîkariyan û destekdayîna ji projeyên biçûk re heye da ku aramî pêk were. Heger aramî tune be dê bibe zemînek ji çeteyên DAIŞ`ê re da ku jinûve xwe bi rêxistin bike."

(şx-bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IAMRJ69vs58" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>