Dagirkeriya Tirk gundê El-Tewîlê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê di van kêliyan de gundê El-Tewîlê ya li rojavayê navçeya Til Temirê topbara dikin.

Dagirkeriya Tirk gundê El-Tewîlê topbaran dike
29 hezîran, 2021   12:45
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihan ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê El-Tewîlê yê li rojavayê navçeya Til Temirê ya li nêzî rêya M4 topbaran dikin.

Nûçegihanê me da zanîn ku çete ji gundê El-Erîşa ve bi tankan, hawanan û çetkên giran gund topbaran dikin.

Heta niha di derbarê ziyanan de agahî nehatine bidestxistin.

 ANHA