Civaka Îslamî ya Kurdistanê di roja darvekirina Şêx Seîd de banga avakirina yekîtiyê kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî diyar kir ku ger neviyên wan hemû hêza xwe bikin yek wê dagirkeriya li ser axa Kurdistanê ya pîroz têk bibin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê di roja darvekirina Şêx Seîd de banga avakirina yekîtiyê kir
29 hezîran, 2021   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji ber salvegera darvekirina darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, ku 29'ê Hezîrana 1925'an hatin qetilkirin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Kal û bavên me, ji bo xelasiya welat û civaka xwe têkoşiyan. Îro jî neviyên wan ji bo avakirina xeyalên kalên xwe li her çar perçeyê Kurdistanê têkoşînek bê hempa didin li hember Fîrewn û Deccalên kemalîst û dagirker.

Neviyên we bûne xwedî hêz ji bo avakirina xeyalên we li beramberî van derfet û îmkanatan. Eger yekîtiya xwe karibin ava bikin, li şûna  gotina kesên Kurdistan daxwaz kirin 'Xeyala Kurdistanê li vir medfûn e' ew ê were nivîsandin, 'Dagirkerên wehş û bêelxlaq li vir medfûn e'.

Eger neviyên we bi temamî karibin hêz û qewetê xwe yek bikin, wê demê heta hetayî dagirker û kolonyalîst wê ji xaka pîroz a Kurdistanê werin avêtin û xaka pîroz êdî di bin pêlavên qirêj û kîret ê neyarên Kurdan de neyê eciqandin.

Gorên we wê werin avakirin û mîrateya we û şehîdan ji me re hiştî, heta hetayî wê were parastin. Di kesayete we de em dîsa hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin, û bejna xwe li ber we ditewînin. Ji Xweda; Zêde bûna xwedîbiryar bûn, Ezîm, û zêdebûna feraseta wan kesên têkoşer ji bo yekîtî û serketina gelê me tê dikoşin û ji bo qehremanên me serketinê, ji dilekî pak dixwazin.

Ew kesên kalên me darvekirin û qebrek ji bo wan zêde dîtîn, miheqeq ê werin têk birin.

Em ê di nav rûpelên dîrokê de wek, xelaskerê gel û welatê xwe bêne nivîsandin, ew ê jî bi wehşet, zilm û Xwedênenasiya xwe werin nivîsandin."