Li Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 464 kes bi jeherî ketine

Li kantona Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hejmara kesên bi jehrî ketine pir bûye. Têkildarî vê yekê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ragihand ku di meha borî de hezar û 464 kes bi jeherî  ketine.

Li Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 464 kes bi jeherî ketine
29 hezîran, 2021   08:50
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê ve rêjeya ava Firatê li ser Sûriyê pir kêm kiriye. Ji ber vê av qirêj bû û gelek kes bi jehrî ketin.

Desteya Tenduristiyê duh ragihand ku li kantona Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 464 kes bi jeherî ketine.

Di meha borî de ji ber heman sedemê hezar û 377 kes bi jeherî ket. Li gorî meha borî, hejmara kesên bi jeherî ketine zêde dibe û ev yek jî nîşaneya rûdana karestekê dide.

Beriya niha berpirsên  Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bi rêya ajansa me hişyarî dabûn ku hejmara jeherîbûnê zêde dibe. Li gorî rayedaran sedema vê yekê jî ku şênî avê yekser ji çem vedixwin

Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê re peymana di navbera wê û hikumeta Sûriyê de ya 1989`an bin pê dike.

 (eh)

ANHA