Wezareta Pêşmergeyan soz da ku ew ê li dijî gerîla şer nekin

Şandeyek hunermendên Kurdistanê ji bo neqewimîna şer di navbera pêşmerge û gerîlayan de, bi Wezareta Pêşmergeyan re civiya. Şandeyê diyar kir ku Wezaret naxwaze şerek di navbera pêşmerge û gerîlayan de derkeve û soza şernekirinê daye.

Wezareta Pêşmergeyan soz da ku ew ê li dijî gerîla şer nekin
29 hezîran, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji hunermendên Kurdistanê ku ji Ewrupayê serdana Başûrê Kurdistanê kirine, li Hewlêrê serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hate pêşwazî kirin. Civîn girîtî; bê çapemenî, pêk hat û piştre daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Hunermend Şivan Pewer di daxuyaniyê de axivî û got; “Em weke hunermendên Kurd hatine başûr û me daxwazên xwe gihandin Wezareta Pêşmergeyan. Wezaretê bi germî pêşwaziya me kir û em kêfxweş bûn.”

Şivan Perwer da zanîn ku bûyerên rû didin, bûye sedema gelê Kurd pê bi êşe û wiha pêde çû; “Dijminên gelê Kurd dixwazin Kurd li hemberî hev şer bikin, em dizanin û divê her kes jî vê bizane. Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Kurd destkeftiyek mezine, divê em herêmê weke çavê xwe biparêzin. Ji bo aştiyê çi erkek bikeve ser milê me hunermendan, em amadene û kuderê pêwîst be emê serdana wir bikin.”

Piştî wê hunermend Diyar Dersîm jî bersiva rojnamegeran da û got; “Me tikaya (daxwaza) hunermendan ji bo Wezareta Pêşmerge anî. Em dixwazin pêşmerge erk û rolek erênî bigre ser xwe. Em naxwazin di navbera pêşmerge û gerîla de ti şerek biqewime. Çawa li Kerkûk, Kobanê pêşmerge û gerîla bi hevre dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê. Bila dayîkên Kurdistanê carek din rondik ji bo şehîdên navxweyî nerijin.”

Diyar Dersim di dewama axaftina xwe de got ku wana weke hunermendên vî gelî, daxwaz ji pêşmergeyan kirin û Wezreta Pêşmergeyan jî soz da wan. Hunermend Diyar Dersim got; “Wezareta Pêşmerge soz da me ku ewê şerê navxweyî nexwazin. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta tirk a dagirker dike."

Diyar Dersim da zanîn ku ew ê serdana saziyên ragihadinê jî bikin û sibe daxuyaniyek çapemeniyê li dar bixin.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/y_eSAx6JFuE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>