QSD`ê der barê êrişa duh a li ser Heqil El-Umer de daxuyaniyek da

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku zirarên êrişa duh a li dijî Heqil El-Umer tenê madî bûn û hêzên wan wek tedbîrên li dijî êrişên DAIŞ`ê,  operasyon li herêmên derdorê li dar xist.

QSD`ê der barê êrişa duh a li ser Heqil El-Umer de daxuyaniyek da
29 hezîran, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro têkildarî êrişa duh a li dijî baregehên wê yên leşkerî yên li herêma Heqil El-Umer daxuyanî da.

Daxuyaniyî wiha ye:

“Duh di saet 07:45`an de êrişeke bi moşekan li dijî baregehên me yên leşkerî yên li Heqil El-Umer a girêdayî gundewarê Dêrazorê ku hêzên me yên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê lê dimînin, pêk hat. Di encama êrişa li dijî baregehên me de tenê zirarên madî çêbûne.

Li hemberî vê yekê hêzên me operasyon li herêmên derdorê li dar xistin da ku rê li pêşiya liv û tevgera şaneyên DAIŞ`ê bê girtin.”

(şx)