"Zêrê Spî" ji nû ve geş dibe û bi qutkirina avê re rû bi rû ye

Pembo ji berhemên çandiniyê yên stratejîk e, ji ber girîngiya wê bi "zêrê spî" tê nasîn, her wiha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xwedî girîngî ye, lê miqdara berhem û rêjeya çandiniyê li herêma geliyê Firatê bi paş ketiye û li herêma Cizîrê ji nû ve geş dibe.

"Zêrê Spî" ji nû ve geş dibe û bi qutkirina avê re rû bi rû ye
29 hezîran, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN-XALID EL-CUMA-RÊNAS REMO

Pembo di gelek pîşesaziyan de tê bikaranîn, wek tekstîl û ji tovê wê zeyt derdikeve, bermahiya wê ji pez re wek ka ye.

Pembo ji çandiniya girîng li Sûriyê ye, dîroka wê dirêj e û ji berhemên stratejîk e û bi miqdarên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê çandin.

Di çend salên borî de çandina pembo li Sûriyê, ji ber rewşên şer û girtina dergehên sînor û astengiya derxistin û firotina wê li derve, bi paş ket.

Rêveberiya Xweser piştevaniya beşa çandina pembo û pêşketina wê kir, her wiha gavên pratîkî ji bo wê pêk anîn, ji dabînkirina tovên baş ji cotkaran re, dermanên guncaw, dayîna mazotê û diyarkirina kirêyên veguhastinê. Lê belê çandiniya îsal a li herêma geliyê Firatê bi paş ket, ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye. Wê jî bandoreke mezin li rûbera çandiniyê kir, lê li Herêma Cizîrê careke din geş bû.

RÊJEYA ÇANDINIYA PEMBO BI PAŞ KET

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê, rûbera nêzî 30 hezar hêktar zeviyên çandiniyê cotkaran ji bo çandina pembo veqetandine, lê rûbera wê di par de 37 hezar hêktar bû.

Pêdiviya mewsima pembo ji yên din zêdetir bi avê heye, divê avê timî û rêxistkirî be û heta ku cotkar misoger bike mewsim bi ser bikeve, divê 12 caran av bide.

LI CIZÎRÊ PEMBO JI NÛ VE GEŞ DIBE

Piştî mewsimeke ziwabûn û telefbûna rêjeyeke mezin ji genim û ceh, cotkaran îsal careke din berê xwe da çandina pembo. Li Qamişlo rûbera zeviyên ku pembo were çandin û heta niha hatiye qeydkirin zêdetirî 80 hezar donim e û hîna jî xebatên keşfê berdewam in, lê li kantona Hesekê hîn zeviyên ku divê pempo lê werin çandin diyar nebûye.

Li gorî plana ku Desteya Çandinî û Aboriyê ya Herêma Cizîrê daniye, dê semad super fosfor û ureya bi deyn bide cotkaran ku ew jî barê lêçûnê sivik dike.

Rêveberiya Xweser par biryareke da ku cotkar dikarin berhemên xwe yên pembo bifiroşin û hinarde bikin, wê jî hişt ku îsal bi hevrûkirina bi par ji sedî 30 li Cizîrê çandiniya pembo zêde bibe.

Çandiniya pembo li Cizîrê ji ber gelek sedeman bi paş ketibû, ew jî bilindbûna lêçûna wê, belavbûna nexweşiya gurmikê gûzê û daketina buhaya, ji ber nedihate bikaranîn.

GIRÎNGIYA PEMBO YA ÎSAL

Cotkaran da zanîn ku çandina pembo ya îsal bi taybet pêngaveke baş e, ji ber herêm di saleke ziwabûnê û bihabûna ka re derbas bû, dê bi wê re pez sûdê ji zeviyên pembo piştî çinîna wê wergirin. Di pembo de madeya sîlkon heye ku dihêle pez li hember nexweşiyan xurt bibe.

Cotkarê ji bajarokê Ebû Feri yê girêdayî navçeya Tirbespiyê Ebdulhemîd Hemade destnîşan kir ku îsal cotkar berê xwe didin çandina pembo, ew jî piştî berhemên çandiniyê zirar ji ber ziwanbûnê û kêmbarîna baranê dîtin.

Ebdulhemîd Hemade da zanîn ku zêdebûna rêjeya çandiniyê û pêşwazîkirina cotkaran ji bo çandiniya pembo mizgîniyeke xêrê ye, bi taybet sûdên wê ji gelek aliyan ve ji herêmê re hene, her wiha wan di Hezîranê de pembo çandin û dê di Îlonê de biçinin.

Ji ber çandiniya pembo ji berhemên serketî ye, heke bi awayekî rêxistinkirî hat avdan û hat dermankirin, tê payîn ku her donimek di navbera 400 heta 500 kîlo berhem bide.

HEWLDANÊN QEDEXEKIRINA DUBAREYA SÎNARYOYA 2018’AN

Di 2018’an de gurmika behîna strî derbeyeke mezin li mewsima pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da, bi wê re cotkaran zirarên mezin dîtin, tevî ku cotkaran tevahî derman bi kar anîn, lê nikarin ew yek derbas bikira. Ji ber dermanê ku hatiye ne baş bû û li tevahî herêmê her donimekî 200 kîlo da.

Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya Hesekê, îsal rêjeya ku berheman zirar dîtiye, zêdetirî ji sedî 80 bû.

Gurmika behîna strî ji xetertirîn nexweşiyên li pembo ye û di mehên Tebax û Îlonê de zêde dibe û êrişî gupik an jî seriyên pembo dikin, her wiha ajda û kulîlkên wê dixwin.

Cotkarên Reqayê ji vegera gurmik, metirsîdar in.

HÊMANÊN ATMOSFÊRÊ COTKARAN BI FIKAR DIKIN

Atmosfêra şilihaiyê li gorî gurmika behîvê ya strî ye û di vê demê de bi şev hewa sar e.

Piranî cotkar rêbazên klasîk di van hewayên sar de bi kar tînin, da ku gurmikê bi rêya qutkirina avê li ser pembo bi çend rojan têk bibin, ji ber gurmik di şilahiyê de dijî. Ew yek jî bi hewldana qedexekirina belavkirina wê ye. Lê dermankirin pêwîst e.

KED Û HEWLDANÊN MEZIN JI BO SERKETINA MEWSIMA PEMBO

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barodû wiha got: "Îsal, rêjeya pembo li hin herêman bi sedema daketina asta ava çemê Firatê kêm bûye, bi wê re dê bandoreke neyînî li ser aboriya herêmê bi giştî bike."

Barodû wiha domand: "Me zêdetirî 20 ton tovên baş li ser cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihayeke guncaw bi hezar û 200 lîreya Sûriyê ji her kîloyekî re belav kir."

Berodû diyar kir ku niha li gel wan laboratoreke navendî ji bo keşfkirina dermanên çandiniyê heye, da ku dermanên baş ji bo têkbirina nexweşiyên li pembo dixin bibînin, jê jî gurmika behîvê yê strî.

Barodû eşkere kir ku li gel Desteya Aborî û Çandiniyê îsal planek heye ku berhema pembo bi giştî ji cotkaran bi buhayeke baş wergirin ku li gorî lêçûna cotkaran be.

Desteya Aborî û Çandiniyê mehleca pembo ya li Hesekê sererast kir ku pemboya îsal vepincire û tovên baş ji sala bê re dabîn bike, li gel wê jî deste piştgiriya kargeha zeytê tovên pembo dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 26’ê Çileya îsal de, yekemîn kargeha zeytê li herêmê vekir ku rojane 300 ton dide, jê ji sedî 20 zeyt, nêzî ji sedî 50 ka û enerjiya wê tevahî pêdiviyên herêmê dabîn dike.

Ew kargeh, zeytê ji tovên pembo, garis, berberoj, fol soya û kunciyan derdixe.

Barodû diyar kir ku ew ê piştevaniya cotkaran bi mazotê bikin ku pembo li herêma Cizîrê av bidin, her wiha dê mazotê bidin ku têra 12 caran a avdana pembo bike, ji ber pêdiviya pembo bi zêdetirî 12 caran heye. Li Reqa û herêmên din dê mazotê ji bo 10 caran avdanê bidin.

Barodû wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê tevahî cotkarên pembo diçînin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li yekîneyên şêwirê yên li herêmên xwe vegerin, heke berhemên wan rastî nexweşiyan hatin, da ku em dermanên guncaw bidin wan beriya li tevahî herêmê nexweşî belav dibe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a_ApyR_5ZwY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4SelMiezB-w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>