Li ser fikrê DAIŞ’ê.. li Serêkaniyê ya dagirkirî biçekirina zarokan

Ajansa me wêneyek ji hundirê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bi dest xist ku zarokek li kêleka çeteyên bi navê Firqeya 20’ê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, çekê radike, di heman demê de çavkaniyên taybet eşkere kir ku dagirker û çeteyên wê hejmareke mezin ji zarokan bi çek dikin.

Li ser fikrê DAIŞ’ê.. li Serêkaniyê ya dagirkirî biçekirina zarokan
29 hezîran, 2021   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" hîn jî li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, sûcên şer pêk tînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zarokan bi çek dikin da ku li Sûriyê û li dervey wê şer bikin, beriya niha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku dewleta Tirk 150 zarokên ku temenê wan kêmî 18 saliyê ne, şandine Lîbyayê.

Ajansa me wêneyek ji hundirê bajarê Serêkaniyê bi dest xist ku zarokekî li kêleka çeteyên bi navê "Firqeya 20’ê" çek rakiriye, ev yek di dema serdegirtina malên sivîlan li herêmên dagirkirî ji aliyê çeteyan ve derket holê.

Çavkaniyên taybet ên ji hundirê Serêkaniyê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" yên girêdayî wê 24`ê vê mehê li bajarên dagirkirî "Operesyona ewlehiyê" ragihand.

Di wêneyê ku hatiye kişandin de diyar dibe ku zarok di navbera 15 - 17 salî de ye, her wiha çavkaniyekî ji hundirê herêmê eşkere kir ku hejmara zarokên di nava komên çete de pir e, lê çete wan ji ber dezgehên çapemeniyê vedişêrin.

Li gorî madeya çaran a protokola girêdayî peymana "Mafên zarokan a di qanûna navneteweyî de"; nabe zarokên kêmî 18 saliyê, ji bo hêzên çekdar werin werin biçekirin, an  jî ji bo şeran werin biçekirin. Biçekirina zarkên kêmî 15 saliyê sûcên şer e.

(eh)

ANHA