Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên hatine revandin kî ne?

Ji 10`ê Hezîranê ve tu agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her du endamên PYD`ê yên li Hewlêrê hatine revandin, nayê girtin. PDK`ê heta niha sedemên revandina wan diyar nekiriye.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên hatine revandin kî ne?
29 hezîran, 2021   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 10'ê Hezîranê,  nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û her du endamên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê revandin.  Yên hatine revadin diplomat û siyasetmedar in ku nûnertiya Rojava û Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da ku çarenûsa nûnerê xwe û her du endamên PYD`ê nas bike lê PDK'ê heta niha sedemên revandina wan diyar nekir.

Gelê Kurd û Kurdistanê bertekên tund nîşanî revandina nûneran didin. Ji ber ku revandina bi vî awayî li dijî protokol û pîvanên diplomatîk ên girêdayî girtina siyasetmedar û diplomatan bê sedem û bêyî agahdarkirina lêvegerên wan e.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê got, hebûna nûnerê wê û nûnerên PYD`ê li Başûrê Kurdistanê rewa ye û tu kirinên derqanûnî ne kirine.

Rêveberiyê ji roja yekemîn ji revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD`ê ve bang li hêzên siyasî, saziyên civaka sivîl û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK`ê û rêxistinên navneteweyî bikin da ku nûnerên wan serbest berdin, lê heta niha bang bê bersiv maye.

Kesên hatine revandin:

CÎHAD HESEN

Cîhad Hesen 35 salî ye, li bajarê Kobanê ji dayik bûye û li bajarê Reqayê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, zewicî ye û 4 zarokên wî hene, ji fakuleya wêje beşê felsefe ji zanîngeha Laziqiyê derçûye. Cîhad Hesen di destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an  de di nava Yekitiya Ciwanên Demokratîk de xebitî û ji sala 2015`an ve li bajarê Hewlêrê bi cih bûye û forma niştecihbûnê bi awayekî fermî girtiye.

Di Gulana 2021`an de weke nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê hate erkdarkirin û bi awayekî qanûnî xebatê xwe pêk dianî. Cîhad Hesen di 10`ê Hezîranê de dema ku ji bo pêşwazîkirina şandeyeke biyanî diçû balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên ser bi PDK'ê ve hate revandin û heta niha agahî jê nayê girtin.

MISTEFA OSMAN XELÎL

Endamê PYD`ê Mistefa Osman Xelîl (48) ji bajarê Kobanê ye. Zewicî ye û 6 zarokên wî hene. Di sala 2013`an de li bajarê Hewlêrê tev li nava PYD`ê dibe û ji destpêka tevlîbûnê ve heta roja hate revandin xebatê PYD`ê dimeşand. Ji destpêka ku tev li PYD`ê bû jî bi welatparêzî û têkoşînê tê naskirin.

MISTEFA EZÎZ MISTÊ

Mistefa Ezîz Mistê di sala 1971`an de li bajarê Kobanê jidayikbûye. Zewicî ye û 9 zarokên wî hene. Di sala 2013`an de tev li nava PYD`ê dibe. Ji 2013`an de xebatê xwe li bajarê Hewlêrê dimeşîne û niha endamê nûnertiya PYD`ê li Hewlêrê ye. Mistefa Ezîz Mistê bi exlaqê xwe yê bilind tê naskirin. Her tim ji bo doza kurdî dixebite û di nava têkoşîna wî ya siyasî de tu tiştên xirab li dijî tevgera siyasî ya Kurd û Kurdistanî de tune ye.

Heta niha Rêveberiya Xweser û PYD`ê der barê revandina wan nehatine agahdarkirin û PDK`ê heta niha sedema revandina wan a derqanûnî eşkere nekiriye.

Li gorî pîvanên diplomatîk ên navneteweyî, divê siyasetmedar û diplomat bêyî tu hincetên li dijî wan neyên girtin. Her werin girtin jî divê lêvegera wan were agahdarkirin da ku wan bikşîne yan jî biguhêre lê ev yek li Başûrê Kurdistanê tune ye.

(bx)

ANHA