Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin

Li Qamişlo ji bo geşkirina sektora pîşesaziyê û pêkanîna xwetêrkirinê li herêmê pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin.

Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin
Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin
Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin
Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin
Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin
Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin
27 hezîran, 2021   18:35
QAMIŞLO

Ji ber pêwîstiya xwediyên kargehan bi parçe û alavên pîşesaziyê heye û bi armanca geşekirina sektora pîşesaziyê, gelek bazirganan li Qamişlo pêşangeheke alav û makîneyên taybet bi dagirtin, pêçandin, beşên berhemdayîna pîşesazî û tunduristî vekir.

Di pêşangehê de, alav û makîneyên taybet bi dagirtina baqil, şîr, zeiter, toza vexwarinan, madeyên tenduristî, makîneyên taybet bi pêçandin, makîneyên çapê yên destan ên nîv-otomatîk û otomatîk, alava derziyê ya kişandina ba, alavên çêkirina vexwarinên sar hene, ev tevahî ji Çînê anîn.

Li gorî berpirsên li ser pêşangehê, ew ê makîneyên pîvanê yên lez û pir baş bînin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya bi Yekitiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê re pêşangeheke berhemên herêmî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’yê vê mehê de vekir, tê de Qamişlo û Hesekê beşdar bûn. Armanc jê jî teşwîqkirina li ser berhema herêmî û xwestêrkirinê bû ku sektora pîşesaziyên geş bibe.

(fr)

ANHA