Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şervana YPJ`ê Şervîn Ebas (Şervîn Ekîn) ku li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spart axê.

Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Şervîn oxir kir
27 hezîran, 2021   18:23
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şervîn Ebas (Şervîn Ekîn) ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirt û bi karwaneke girseyî ya bi sedan erebeyan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin, paşê ji fermandarên YPJ’ê Kurdistan Ehmed sersaxiya malbata şehîd û hevrêyên wê xwest û wiha got: "Dijmin ji bo vîna gelê Kurd û gelê herêmê bi giştî têk bibe tevahiya çekan bi kar tîne, lê vîn û israra me û hevgirêdana me ya ku xwe dispêre xeta şehîdan dê rê nede dijmin ku armancên xwe pêk bînin û dê dîrok efsaneyên hêzên me yên li dijî komên terorîst binivîsine."

Dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Şawîş axivî û wiha got: "Di hizura şehîdan de tu axaftin nayên kirin,  berbêlên wan ji axaftinê mezintir in. Ji ber ku bi têkoşîn û qurbaniyên wan em îro li ser vê xakê bi rûmet dijîn û hîna jî rê li pêş me dirêj e ku her bihostekê ji axa dagirkirî rizgar bikin. Em soza xwe ji şehîdan re nû dikin ku dê heta pêkanîna armancên wan rêça wan bişopînin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Piştre bavê şehîd Şervîn, Ebdusemed Ebas axivî û got: "Ez bi şehadeta keça xwe Şervîn serbilind im ku li ser rêya şeref û namûsê canê xwe feda kir. Em soz didin gel û pêkhateyên herêmê ku em ê heta pêkanîna xewna wan şopdarên rêya şehîdan bin."

Cenazeyê şehîd di nava sloganan de li goristana şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

(eh)

ANHA