Koçberên Efrînê: Bi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bibin

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin got, topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê bi armanca valakirina herêmê ji sivîlan û dagirkirina wê ye, her wiha destnîşan kir ku ew ê bi berxwedana xwe projeyên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê têk bibin.

Koçberên Efrînê: Bi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bibin
Koçberên Efrînê: Bi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bibin
Koçberên Efrînê: Bi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bibin
27 hezîran, 2021   17:32
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-ALAN REŞÎD

Piştî çend rojan ji bangên serokê" Îtîlafa Sûriyê" Nesir El-Herîrî yên li dewleta Tirk a dagirker ku herêmên din ên Sûriyê, bi taybet Minbic, Til Rifetê yê Şehbayê dagir bike, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Şehbayê ku tê de sivîl hene giran kirine

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di saetên derengiya şevê de ji nuqteyên xwe yên li Marî, Ezaz û Babê gelek gundên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran heta saetên vê sibehê dewam kir.

Gundên hatin topbarankirin wiha ne; Semoqa, Bendava Şehba, Um El-Qura, derdora Um El-Hoş û Hirbilê. Ji ber topbaranê ziyan gihaştin mal û zeviyên çandiniyê yên sivîlan.

Li gorî şêniyên li gundên bi ser eniyên şer ve, zêdetirî 100 moşekî li gundên wan ketine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 3 salan ve gundên Şêrawa, Şera û Şehbayê yên ku koçberên Efrîn lê bi cih bûne topbaran dikin.

Girêdayî mijarê koçberên Efrînê yên li gundê Um El-Hoş ê girêdayî navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê bi cih bûn, ji ANHA'yê re axivîn.

‛ROJEK BÊ ÊRIŞ DERBAS NABE`

/ar/uploads/files/2021/06/27/144828_mhmd-azt.webp

Mihemed Izet got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi koçberkirina me ji Efrînê di 2018’an de bes nedît, lê belê bi êrişên xwe hewl didin me careke din bidin koçberkirin."

Izet destnîşan kir ku rojek jî bêyî topbaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Şehbayê ku tê de sivîl hene, derbas nabe.

Izet wiha domand: "Em dibînin ku dewleta Tirk ji xwînrijandina şêniyên koçberên Efrînê têr nebû, her wiha bi dagirkirina Efrînê û tevahî bakurê Sûriyê jî têr nebû, bi wê re hewl dide herêmên Sûriyê yên din dagir bike."

Li ser daxuyaniyên dawî yên El-Herîrî, Izet diyar kir ku ev daxuyanî alîkariyê dide Tirkiyê da ku  berjewendiyên xwe li xaka Sûriyê û Mîsaqa Millî pêk bîne.

Girêdayî topbarana li dijî gundê Um El-Hoş û gundên din Izet eşkere kir ku dewleta Tirk nêzî saet 11:30 şevê gund bi awayekî bêserûber bi çekên giran topbaran kirin, xwest ji vê yekê tirsê bixe dilên koçberên Efrînê.

Gundê Um El-Hoş bi ser gundên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine ve ye, tenê çend mitre jê ve dûr e, li aliyê hemberê gundê Til Malid heye ku tê de topavêja dewleta Tirk heye.

‛EM HÊZÊN XWE JI HÊZÊN PARASTINA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DIKIN, WERDIGIRIN’

/ar/uploads/files/2021/06/27/144854_mzkyn-khlyl_1.webp

Li aliyekî din jî, Mizgîn Xelîl got armanca dewleta Tirk ji topbarankirina gundên Şehbayê, bi taybet navçeya Til Rifetê, valakirina herêmê ye, da ku dagir bike û binesaziya wê wêran bike.

Mizgîn Xelîl anî ziman ku ne tenê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Şehbayê ne, lê belê li dijî tevahî sînorê bi ser wê ve hene, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta bi gundên Şehba û Efrînê.

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku ew hêza xwe ji hêzên ku destanên dîrokî li Herêmên Parastinê yên Medyayê dinivîsin û zirarên mezin digihînin dagirkeriya Tirk werdigirin û got, berxwedana wan a li Şehbayê girêdayî berxwedana hêzên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê ye.

Mizgîn Xelîl wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê dewleta Tirk baş bizane ku moşek û sûcên wan ên derexlaqî nikarin vîna gelê li Şehbayê bişkîne û berxwedana me heta rizgarkirina Efrîn û vegerê berdewam e."

/ar/uploads/files/2021/06/27/144914_mhmd-khlyl.webp

ꞌDivê rêxistinên navneteweyî bi wîjdan tevbigerin da ku hesab ji Tirkiyê bixwazinꞌ  Şêniya bi navê Îbrahîm Xelîl axivî û got:"Dewleta Tirk û çeteyên wê bi bikaranîna tevahiya çekên pêşketî û yên ku di qada navneteweyî de qedxe ne, em bi darên zorê ji malên me koçber kirin. Duh jî sivîl û zarokên li Şehbayê tirsand, ji ber vê yekê divê rêxistinên navneteweyî bi wîjdan tevbigere û hesab ji dewleta dagirker a Tirk bixwezin ku li dijî sivîlan sûc pêk anîne."  ꞌBi berxwedana xwe em ê armancên Tirkiyê têk bibinꞌ  Şêniya bi navê Cemîle Mihemed got:"Em dizanin û cîhan tevde dizane ku armanca dagirkeriya Tirk valakirina herêmê ji niştecihên wê ye, da ku bi hêsanî dagir bike." 

/ar/uploads/files/2021/06/27/144733_jmylh-mhmd.webp

Cemîle destnîşan kir ku berxwedana wan heta vegera li Efrînê berdewam e û got: "Derketina me ji Şehbayê nemumkin e, tenê di rewşekê de dibe; ku ew jî vegera li Efrîna rizgarkirî be, bi berxwedana xwe ya li Şehbayê ew ê armancên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê yên dagirkirina rûbereke din ji erda Sûriyê, têk bibin."

(fr-eh)

ANHA