KPC-D dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyan re vekir

Komîtya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê ji bo pêşxistina asta fikirî ya mamosteyan dewreyeke perwerdeyê vekir.

KPC-D dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyan re vekir
KPC-D dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyan re vekir
KPC-D dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyan re vekir
KPC-D dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyan re vekir
KPC-D dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyan re vekir
27 hezîran, 2021   16:19
HELEB- MIHEMED EBDO

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê di çarçoveya xurtkirina qada perwerdeyê de, dewreyeke perwerdeyê bi beşdarbûna 130 mamosteyan vekir.

Mamosteyên tev li perwerdeyê bûne li gorî 12 koman branşan hatin dabeşkirin.

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Fatime Koşan diyar kir ku ew hewl didin bi dayîna perwerdeyên fikirî û meslekî sûdê ji dema girtina dibistanan bigirin.

Fatime Koşann got: "Îsal me dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyên branşên bîrkarî, felsefe, wêje, kîmiya û fîziya û hemû branşên din vekirin. Armanca me ji vê yekê  asta fikirî li gel mamosteyan xurtir bikin."

Têkildarî branşan Fatima got, armanc ji vê fikirê ew e ku mamoste xwe di branşê xwe de kûr bike da ku karibin fêdeyeke mezin bidin xwendekaran.

Tê payîn ku dê waneyên fikirî mîna çand û exlaq û neteweya demokratîk û ..hwd werin dayîn.

Mamosteyê beşê dîrok Basil Remê diyar kir ku wî branşa dîrok hilbijartiye ji ber ku dixwze xwendekaran bi dîrokê, bi taybet dîroka kurdan bide nasîn û got: "Ji ber ku dîrok xwe dûbare dike û rûyê nasandina mirov bi pîşeyên wê ye."

Dewreya perwerdeyê dê 90 rojan dewam bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mP90FSDBYd4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>