Şêniyên Kobanê cenazeya şehîd Daban Şêxo spart axê

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Daban Şêxo (Daban Kobanê) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

27 hezîran, 2021   17:52
KOBANÊ

Şehîd Daban Şêxo (Daban Kobanê) ji gundê Seftik ê rojavayê Kobanê ye, dema ku erka xwe li gundê Qereqozat ê başûrê rojavayê Kobanê bi cih dianî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê cenzeyê şehîd Daban Şêxo bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Dilce spart axê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Nebo Temo axivî û got: "Bi avakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re dîroka Kurd û Kurdistanê hate guhartin û ev yek di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê û yekitiya gelê Kurd de diyar bû. Îro jî em dibînin ku gerîla bi wêrekî li dijî tevahiya çekên dewleta Tirk şer dike."

Nebo Temo ev li gotina xwe zêde kir: "Ji me tevan erk tên xwestin, divê em hesab ji wîjdanê xwe bixwazin, ger ne ji şehîdan ba em li vir kom nedibûn û me li dijî dijmin li ber xwe nedida. Em bi têkoşîna hêzên xwe bawer in, em dizanin ku vê tevgerê ji bo Kurdistanê geleke berdêl dane. Em bi saya berdêlên şehîdên xwe bi ser dikevin û em ê li dijî dijmin her bi ser bikevin."

Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Şêranê Letîfe Silêman got: "Şehîdan ji bo rizgarkirina gelê bindest canê xwe feda kir, ji lew re em soz didin wan ku em ê heta pêkanîna hemû armancên wan şopdarên rêya wan bin."

Letîfe Silêman destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk mafên gelan diçewisîne û cîhan tevde li hemberî vê yekê bê deng e û ev xal rêz kirin: "Ji ber ku dijminê Tirk nekarî berxwedana gerîla bişkîne, berê xwe da hin aliyên kurdî ku bi xiyanetê israra wan bişkîne, lê çi qasî hewl da jî nekarî bi ser bikeve."

Letîfe tdi dawiyê de got: "Heta nuqteya dawî ya xwînê em serî ji dagirker û xiyanetê re netewînin. Bi saya şehîdên xwe û bi vîna gelên xwe em ê bi azadî bijîn, em ê layiqî berdêlên şehîdên xwe bin, her wiha em ê rê nedin tu kesî ku destwerdana nirxên şehîdên me bikin."

Paşê apê şehîd Daban axivî û diyar kir: "Êşa me yek e, em bi saya şehîdên xwe li ser erdê xwe bi azadî û rûmet dijîn. Ji me tê xwestin ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên xeta wan bin da ku em li welatekî azad, bi nasnameyeke azad û jiyaneke hevbeş û bi rûmet bijîn."

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şervanan cenazeyê hevalê xwe yê şehîd hilgirtin ser milê xwe û di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kmTSDnl6rt8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>