Komîteya Aborî ya Tebqayê pirsgirêka kêmbûna nan çareser dike

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan dest bi girtina tedbîran kir.

Komîteya Aborî ya Tebqayê pirsgirêka kêmbûna nan çareser dike
27 hezîran, 2021   15:53
TEBQA

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan gelek tedbîrên girtin. Komîteyê gelek komîte ava kirine da ku hejmara malbat û ferdên li her taxekê qeyd bikin û li her taxeke bajêr navendên belavkirina nan werin çêkirin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Komîteya Aborî û Çandiniyê Ehmed El-Umer wiha got: "Me gelek tedbîrên der barê kêmbûna nan û dîsplînkirina wê de girtine. Ji van tedbîran jî, danîna kamereyan li firinan da ku çavdêriyê li xebata firinan, ji başbûn, cure, miqdara ketin û derketina ard û nan bike."

/ar/uploads/files/2021/06/27/125831_ljnh-alaqtsad-fy-altbqh-atkhath-alajraaat-bkhsws-madh-alkhbz-28129.webp

El-Umer wiha domand: "Me hejmara malbat û ferdan tombar kirin, da ku pêwîstiya şêniyan a nan dabîn bikin."

El-Umer da zanîn ku dê di nava 6 mehan de kart ji şêniyan re werin derxistin û wiha domand: "Kesên ku nan li navendan belav dikin û çawaniya belavkirina nan li şêniyan dê werin şopandin. Li aliyekî din jî girîngiya serjimariya şêniyan ew e ku hejmara şênî û malbatên li bajêr bên naskirin û ji jimareya rastîn a belavkirina nan bi awayekî rêxistinî misoger bikin."

Komîteya Aborî û Gerînendetiya Zimhêrê giştînameya /5/ da.

Giştîname wiha ye:

1-Divê tevahî firinên zimhêrê ku ard li wan tê belavkirin, nan bi kalîteya baş çêkin.

2-Nanên ku ji ardê firinên zimhêrê derdikevin herger şewitî, an hişk be û..hwd bin divê radestî gerînendetiya zimhêrê ya xwe bike, heke xwediyê firinê li gorî belgeya radestkirin, radest nekir, tê desteserkirin û li gorî qanûnê bacê lê tê ferzkirin

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5d02-eXkx8A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>