Ezmûnên refa 9 û 12 `an ya 2020 – 2021`an li herêma Cizîrê bi dawî bûn

Ezmûnên dawiya salê yên refa 9 û 12`an li herêma Cizîrê bi dawî bûn. Xwendekarên tevlî ezmûnan bûn da xuyakirin ku wan bi awayekî baş ezmûnên xwe qedandin û hêvî kir ku xwendekar pileyên baş bi dest bixin.

Ezmûnên refa 9 û 12 `an ya 2020 – 2021`an li herêma Cizîrê bi dawî bûn
27 hezîran, 2021   11:45
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo sala xwendinê 2020 – 2021`an refa 9 û 12`an ezmûnên dawiya salê yên wekhev pêk anî.

Ezmûnên refa 9`emîn di 7`ê Hezîranê de dest pê kirin û di 24`ê Hezîranê bi dawî bûn. Refa refa 12`an a beşa wêjeyî ezmûnên xwe di 6`ê Hezîranê de dest pê kirin û di 23`ê heman mehê de bi dawî kir.

Her wiha xwendekarên refa 12`an a beşa zanistî jî ezmûnên xwe di 6`ê Hezîranê de dest pê kir û îro bi dawî kir.

Têkildarî bidawîkirina ezmûnên dawiya salê, xwendekarên refa 12`an ku îro ezmûnên xwe bi dawî kirin nerînên xwe parve kir.

Xwendekar Zîn Hebîb ku îro ezmûna xwe bi dawî kir, da xuyakirin ku beriya dema ezmûnan Desteya Perwerdeyê gelekî alîkarî bi wan re kiriye û wiha domand: "Ez bi hêvî me ku hemû hevalê min bileyên baş bi dest bixin da ku bikarin di zanîngehê de beşa ku dixwazin, bixîwnin."

Xwendekarê bi navê Dilovan Kêfo jî diyar kir ku ew bi vê gavê pir kêfxweş in û wiha got: "Pirsên me pir baş bûn, me karî bi hêsanî çareser bikin, em gelekî kêfxweş in ku me îsa ezmûn bi zimanê xwe yê dayîkê pêkanîn. Em bi hêvî ne ku hemû hevalên me bi zimanê xwe bixwînin û tevlî ezmûnan bibin."

Hejmara giştî ya xwendekarên refa 12`an li herêma Cizîrê ku tevlî ezmûnan bûn, 3 hezar û 172 ne û hejmara xwendekarên refa 9`an jî 3 hezar û 66 in.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8FNk2Ap2PhQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>