Li rojavayê Dêrazorê 2 mayin hatin bêbandorkirin

Tîmên endezyariyê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li gundewarên rojavayê Dêrazorê 2 mayinên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin, bê bandor kirin.

Li rojavayê Dêrazorê 2 mayin hatin bêbandorkirin
27 hezîran, 2021   11:47
DÊRAZOR

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên QSD`ê, aliyên pêwendîdar li Dêrazorê agahî ji şêniyan girt ku 2 mayin li ser rêya gundê Ebû Xeşeb ê navçeya Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê ji bo teqandinê hatine danîn.

Tîmên endezyariyê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê berê xwe da cihê bûyerê û her du mayîn bê bandor kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zFamynMrItY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>