​​​​​​​Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê cezayê çalakvan û rojnamevanên Behdînanê erê kir

Ji parêzerên girtiyên Behdînanê Mihemed Abdullah ragihand Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê cazeyê li rojnameger û çalakvanan hatibû birîn, erê kiriye. Rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bi îdiaya sîxurtiyê dihatin tawanbarkirin.

​​​​​​​Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê cezayê çalakvan û rojnamevanên Behdînanê erê kir
27 hezîran, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 16’ê Sibata 2021 Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm, li her yekî 6 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî biryarê parêzaran biryar îtiraz kir û serî li Dadgeha Temyîzê da.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê ev cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînan hatiye birîn, di 27’ê Nîsanê de erê kir.

Piştre careke din di 20’ê Gulanê de parêzeran li dijî biryara Dadgeha Temyîzê îtiraz kir ku biryarê di ber çavan re derbas bike. Lê, îro parêzerên dozê ragihand ku di 20’ê Hezîranê de Dadgeha Temyîzê biryar wekî halê heyî erê kir.

Endamê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê Mihemed Abdullah li ber Dadgeha Hewlêrê daxuyanî da û got: “Piştî ku me daxwaz kir ku biryara Dadgeha Temyîzê were sererast kirin îro me bersiv girt. Wê biryara cezakirina 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan weke pêk were û biryar jî di  20’ê Hezîranê de hatiye derxistin. Me daxwaz kiriye ku Desteya Giştî biryarê rast bike, lê daxwaz me hate redkirin. Desteya berê li Dadgeha Temyîzê çavê xwe jêre girtin.”

دوای لابردنی ناوی کونسوڵگەرییەکان، سزای دەستگیرکراوانی بادینان جێبەجێ کرا

Mihemed Abdullah eşkere kir ku di sererastkirinê de tohmetbarkirina welatên Amerîka, Brîtanya û Almanya hatiye rakirin ku 5 aktîvîst û rojnameger ji ber sîxûriya kolosxaneyên wan welatan dihatin sûcdarkirin.

Parêzer  Mihemed Abdullah da zanîn ku ji bo îtirazkirina biryarê ti derfet nemane û tenê serokê Herêma Kurdistanê dikare biryara efûyê ji bo wan bide.  Abdullah destnîşan kir ku biryar ne yasayî ye û zilmek mezin li wan rojnameger û aktîvîstan tê kirin.