ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2021'AN
26 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Şervîn Ebdusemed li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên kantona Şehbayê banga serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî ya dagirkirina Minbic û Til Rifetê şermezar kir û piştrast kir ku şêniyên herêmê dê li hemberî her hewldaneke dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Efrînê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, bêdengiya rêxistinên mirovahî li ser xetereya li ser jiyana girtiyên ku di zindanên dewleta Tirk de ku ketine greva birçîbûnê, şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê HRRK'ê Welîd Bekir diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê Kurdan bi Kurdan bide qirkirin û got “Em wek rewşenbîr û gelê Kurd naxwazin rewşeke pevçûnê rû bide.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx êlên Ereb ên Sûriyê daxuyaniyên dawîn ên Nasir El-Herîrî şermezar kirin û destnîşan kir ku Îtîlaf sîwana sereke ya çeteyan e ku dewleta Tirk piştgiriya wan kir heta ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star bi boneya salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan semînerekê li bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo organize dike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rêveberiya Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê şaxê Minbicê Mune El-Mixlif got Îtîlafê xwe spartiye dewleta Tirk û ev yek bû sedem ku şoreş ji wateya wê ya rastîn dûr bikeve û piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya Îtîlafê dagirkirina axa Sûriyê rewa dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya borî de hemwextî lidarketina hevdîtinên navneteweyî, rageşiya di navbera hêzên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de li Idlibê gûr bû. Li aliyekî din YE’yê jî gefên cezakirinê li astengdarên aramiya Lîbyayê xwar, di heman de jî çavdêran da zanîn ku serketina serokê Îranê ya nû Reyîsî hişt ku saziyên olî welat zêdetir kontrol bikin. (BI WÊNE).

DOSYA

- Di çend rojên bê de dê Koalîsyona Navneteweyî bi mijara şerê li dijî DAIŞ'ê civînekê li dar bixe. Li aliyekî din dê Koma Navneteweyî ya Biçûk derbarê Sûriyê de civînekê li dar bixe. Tê gotin ku mijara sereke ya civînê deriyên sînor be. Gelo dê di van civînan de çi werin nîqaşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Gundê Leylan yek ji gundên kevnar li xaka Mezopotamiya û cîhanê ye. Dîroka gund vedigere 6 hezar sal beriya zayînê û paytexta qiral Şemşê Adad kurê Hemorabî bû. Her wiha akadî, xurî û amorî lê jiyane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA