Li Lubnanê alozî: Gelek kes birîndar bûn

Li bajarê Terablus ê Lubnanê gule li ber mala endamê parlamantoya Lubnanê Mihemed Kebara hatin reşandin. Di encamê de 6 kes birîndar bûn. Li gelek herêman jî rê hatin girtin.

Li Lubnanê alozî: Gelek kes birîndar bûn
26 hezîran, 2021   20:44
BEYRÛT

Li bajarê Terablus ê bakurê Lubanên xwepêşandêran avêtin ser malên endamên parlamantoyê. Li ber mala Mihemed Kebarayê alozî dekret, di encamê de 6 kes birîndar bûn, di nav de rewşeke xeter heye.

Çavkaniyekî ewlehiyê li malpera "Lebanon On" re axivî û hişyar da ku alozî li gelek herêmên din belav bibe.

Li aliyekî din girtiya rêyan li gelek herêman didome. Namze piştî ku nirxê dolar li bazarên reş gihişt asteke bilind ku îro 17 hezar lîreyên Lubanên derbas kir.

Li Sûka bazirganiyê ya bajarê Seydayê jî gelek dikan hatin girtin û pankartên wekî "Dolar 17 hezar û 400 e, gel di xew de ye ne layiqî jiyanê ye" hatin vekirin.

Li Qada Şehîdan a Seydayê pevçûn di navbera xwepêşandêran û artêşê de derket. Di encamê de hin xwepêşandêr birîndar bûn. her wiha li ber stasyona sotemeniyê jî gule hatin avêtin.