Li bajarokê Silûkê yê dagirkirî ji ber bilindkirina nirxê sotmeniyê firine hatin girtin

Çavkaniyên xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihandin ku ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê çeteyan ve  firinên bajarokê Silûkê hatin girtin.

Li bajarokê Silûkê yê dagirkirî ji ber bilindkirina nirxê sotmeniyê firine hatin girtin
26 hezîran, 2021   19:54
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, firinên bajarokê Silûkê yê dagirkirî ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ketin grevê.

Çavkaniyan gotin, çete "Ebû Elî" ku berpirsên aborî yê çeteyên Cebha El-Şamiya ye, sotemeniya ku di deriyê "Tifaha Salhayê" re derbas dibe, kesybaz dike û bi nirxên bilind difroşe.

Çavkaniyan diyar kirin ku nirxê her bermîleke mazot dighêje 400 hezar lîreyên Sûriyê ku berî bi 160 hezar lîreyên Sûriyê dihat firotin.

Her wiha destnîşan kirin ku şênî ji ber nêzîkatiyên çeteyan bi hêrs in, lew ra firine girtin.

ANHA