Endamên rêveber ên Til Rifetê: Şêniyên herêmê bi israr in ku li ber xwe bidin

Endamên rêveber ên kantona Şehbayê banga serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî ya dagirkirina Minbic û Til Rifetê şermezar kir û piştrast kir ku şêniyên herêmê dê li hemberî her hewldaneke dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, li ber xwe bidin.

Endamên rêveber ên Til Rifetê: Şêniyên herêmê bi israr in ku li ber xwe bidin
27 hezîran, 2021   05:06
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî di 14`ê Hezîranê de bang li Erdogan kir ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike bi taybet herêmên Til Rifet a kantona Şehba û Minbicê.

Beriya lidarketina lûtkeya NATO`yê di 14`ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya alîgirên xwe tevliheviyek li Minbicê derxist û nexweşxaneyek li Efrînê dagir kir û komkujiyek pêk anî.

Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl da Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêkanîna wê komkujiyê tawanbar bikin. Lê QSD`ê bi temamî îdiayên dewleta Tirk û çeteyên wê derewandin. Armanca sereke ya dewleta Tirk ji van kiryaran ew e ku destekê ji NATO`yê wergire da ku careke din êrişî herêmên bike û wê dagir bike.

Têkildarî daxwazên serokê Îtîlafê, hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cuma Kalo got: “Îtîlafa Sûriyê bajarê Stanbolê ji xwe re kiriye navend. Ew çêkera îstixbarata Tirkiyê ya MÎT`ê ye. Hemû daxuyaniyên wê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyê ne. Lê belê di radeya yekemîn de li gorî berjewendiyên dewleta Tirk in.”

Têkildarî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina navçeya Til Rifetê, Kalo got: “Til Rifet herêmeke stratejîk e. Li ser rêya navneteweyî Dîlok-Heleb e û ev rê bi rêya El-Herîr tê naskirin. Her wiha ji bo hêzên hegemonîk jî û kontrolkirina deriyê sînor Bab El-Selam ê bi Tirkiyê re xwedî girîngiyeke stratejîk e.”

Kalo diyar kir ku hêzên bingehîn ên li herêmê Îran, Rûsya û Tirkiye li ser vê herêmê bi nakok in. Her yek dixwaze berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê herêmê pêk bîne.

`DEWLETA TIRK KESAYETA JINAN DIKE HEDEF`

Girêdayî heman mijarê, endama Meclisa Jinan a Şehbayê Werde Şêxo sûcên çeteyan ên li dijî jinan dema kantona Şehbayê dagir kir, bi bîr xistin ku jinan ji mafên herî hêsan ji xwendinê bê par hiştin.

Werde bal kişand ser pêşketinên ku jinan piştî rizgarkirina herêmê bi dest xistine û got: “Jinan li Şehbayê bi rêya fikir û felsefeya neteweya demokratîk qeyd, zilm û çewisandina ku lê dihat ferzkirin, tune kirin.”

Werde da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker kesayeta jinan dike hedef, ji pêşketina jinan ditirse ku ev pêşketin derbasî Tirkiyê bibe.

Werde hişyarî da ku bi dagirkirina herêmê re dê jin vegerin çargoşeya yekemîn.

‘ŞÊNÎ BI ISRAR IN KU LI TIL RIFETÊ LI BER XWE BIDIN`

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Mihemed got: “Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan dagirtî ye. Ew dixwaze Mîsaqa Mîllî pêk bîne.”

Mihemed piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî hevalbendên xwe armanc dike projeya xwe ya mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn li ser hesabê qirkirina pêkhate û gelên herêmê pêk bîne. Şêniyên herêmê êdî rastiya dewleta Tirk dizanin.

Mihemed berxwedana şêniyan silav kir û got: “Ruxmî hemû sûcên dewleta Tirk ên li navçeya Til Rifetê û kantona Şehbayê ku bi dehan sivîl hatin kuştin, lê şênî bi israr in ku li Til Rifetê li ber xwe bidin.“

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê destnîşan kir ku dewleta Tirk siyaseta şerê taybet li dijî şêniyan dimeşîne da ku şêniyan bide tirsandin, herêmê ji sivîlan vala bikin û hêviya vegerê tune bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3gnz71hLlIo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>