Wezîrê karên derve yê Misirê: Gotûbêjên me bi Tirkiyê re hatine rawestandin

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand ku gotûbêjên Misir-Tirkiyê hatine rawestandin. Lê dewleta Tirk serî li Kuweytê da ku nakokiyên di navbera wê û Misirê de çareser bike û dan û standinan ji nû ve dest pê bike.

Wezîrê karên derve yê Misirê: Gotûbêjên me bi Tirkiyê re hatine rawestandin
26 hezîran, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî eşkere kir ku dan û standinên Misir-Tirkiyê niha hatine rawestandin.

Şukrî her wiha eşkere kir ku heya niha ji bo ji nû ve destpêkirina civînên lêgerînê di navbera her du aliyan de, rojek nehatiye diyarkirkirin.

Şukrî di hevpeyvînekê de bal kişand ser nerazîbûna Misirê ji hin siyasetên Tirkiyê di gelek dosyayan de, wekî dosyaya Lîbyayê, her wiha piştrast kir ku hebûna hêzên leşkerî yên Tirk li Lîbyayê ne qanûnî ye.

Piştî ku diyalogên dewleta Tirk yên bi Misirê re têk çûn, serî li Kuweytê da ku zexta li ser xwe sivik bike û hewl bide lihevkirineke mîna ya Misir-Qeterê pêk bîne.

(dx)