Dewleta Tirk gundewarê rojavayê  Til Temirê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di  van kêliyan de gundê Gozeliyê û dibistana wê topbaran dike.

Dewleta Tirk gundewarê rojavayê  Til Temirê topbaran dike
26 hezîran, 2021   08:49
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Gozeliyê yê rojavayê navçeya Til Temirê ya li kêlek rêya M4 topbaran dike.

Nûçegihanê me da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund û dibistanê bi çekên giran û hawanan topbaran dike.

Di derbarê ziyanan de tu agahî nehatine ber destên me..

ANHA