Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyê moşekên xwe nîşan dide

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, rewşa Filistînê û aloziya benda El-Nehdayê, kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyê moşekên xwe nîşan dide
26 hezîran, 2021   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYA LI SÛRIYÊ ASTA XWE HEWAYÎ NÎŞAN DIDE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh Moskovê belavkirina moşekên nû yên bi navê "Kengal" ango "Xencer" li baregeha Hememîm a rûsî ragihand.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dîmenek belav kir û têde du balafirên nû ji cûreya Mig 31 diyar dibe. Di dîmen de diyar dibe ku ew herdu balafir dikarin moşekên "Kengal" rake ku ew jî sîstema pêşketî ya moşekan a Rûsya.

CENAZEYÊ NÎZAR BENAT VEGUHERÎ XWEPÊŞANDANEKE LI DIJÎ EBAS

Girêdayî kuştina çalakvanê filistînî Nîzar Benat rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Oxirkirina cenazeyê çalakvanê siyasî Nîzar Benat veguherî xwepêşandanê. Bi hezeran gelê Filistînê tev li xwepêşandanê li dijî hikûmeta Filistînê û serokê Mehmûd Ebas bûn û xwepêşandêran banga istîfakirina Ebas kir."

Kuştina Nîzar Benat hêrsek li gel gelê Filistînê li dijî serokê Mehmûd Ebas û xeleka teng a li derdora wê di hikûmetê de, çêkir.

BENDAVA EL-NEHDA.. LÊGERÎN JI BO ÇARESERIYAN

Girêdayî aloziya bendava El-Nehda rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Bi nêzîkbûna dema dagirtina gava duyemîn a bendava El-Nehda, metirsiyên Sûdanê ji xenata ku Ethiopia dixwaze pêk bîne bêyî ku bighêje lihevkirineke qanûnî di navbera wan û Sûdan û Misirê de, zêde dibin. Sûdanî vê gava Ethiopia wek gefeke li jiyana 20 milyon gelê Sûdanê li ser berava çemê El-Nîl El-Ezreq, dibînin.

Tevî nermbûna Sûdan û Misir ku pêşkêş kirî da ku bighêjin lihevkirinekê ji bo dagirtina El-Nehdayê, lê nakokî hîna dewam dikin.  Wezareta Karê Derve ya Ethiopia di daxuyaniyekê de Sûdan û Misir tewan bar kir ku ew xebatên lihevkirinê bi serkêşiya Yekitiya Afrîkayê cara 9`emîn binpê dike.

 (bx)