Mamosteyên Zanîngeha Kobanê piştgirî da pêngava xwedîderketina li zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê

Mamosteyên Zanîngeha Kobanê piştgiriya xwe ji bo Pêngava “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermê û zimanê perwerdeyê” nîşan da û gotin ev pêngav ji bo Kurdan dê bibe çira û dê hemû planên dewleta Tirk ên tunekirina zimanê Kurdî têk bibe.

Mamosteyên Zanîngeha Kobanê piştgirî da pêngava xwedîderketina li zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê
26 hezîran, 2021   07:25
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Di 21`ê Sibatê de Paltforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê pêngaveke berhevkirina îmzeyan bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê” perwerdeyê ragihand. Ruxmî zextên deshtilata Tirk û operasyonên girtinê lê gelek sazî û partiyên siyasî piştgirî ji bo pêngavê re hate dayîn.

Der barê pêngavê de mamosteyên Zanîngeha Kobanê ji ANHA`yê re axivîn û piştrast kirin ku ew piştgiriyê didin vê pêngavê.

Mamoste Aras Hiso got: “Ragihandin vê pêngavê di vê demê de ji bo pêşxistina ziman gaveke pir girîng e, nexasim li Bakurê Kurdistanê ku dewleta Tirk zimanê tirkî li hemû pêkhate û gelên din ferz kiriye. Her wiha hewl dide zimanên din jî qir bike. Ev pêngav wê roleke mezin di têkbirina hewldanên dewleta Tirk de bilîze ku armanc dike Kurdan ji zimanê wan dûr bixe.”

Hiso destnîşan kir ku gelê Kurd bi rêya şoreş û serhildanan hewl dide hebûna xwe ya li Bakurê Kurdistanê isbat bike û got: "Li hemberî wê hewldanê jî dewleta Tirk armanc dike Kurdan tune bike, ji bo wê axaftina bi zimanê Kurdî û guhdarkirina stranên kurdî qedexe dike û çewisandina ziman wek çekekê ji bo tunekirina gelan bi kar tîne. "

Hiso wiha domand: “Îro li Bakur Kurdistanê berpirsên pêngavê hêvî dikin nifşên bê fêrî zimanê kurdî bibin. Divê em jî vê pêngavê belav bikin. Ziman gelek girîng e û rêyeke ku Kurd xwe li cîhanê îsbat bikin ku xwedî şaristaniyeke kevnar e, lê hinek alî hewl didin vê şaristaniyê tune bikin. Ji ber wê zimanê vî gelî dorpêç dikin.”

Hiso di dawiyê de bang li Kurdan li her derê kir ku bi erkên xwe rabin û rolekê di belavkirina vê pêngavê de bilîzin ne tenê bi berhevkirina îmzeyan lê belê dakevin qadan û daxuyaniyan bidin.

`HEKE PÊNGAV GIHAŞT ARMANCÊN XWE DÊ BANDORÊ LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BIKE`

Girêdayî heman mijarê mamosteya zimanê Kurdî Hêva Mihemed got: “Divê di demeke berê de ev pêngav bihatiba ragihandin. Eger me Pêngavya `Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” baş belav kir, dê ev pêngav ji zimanê kurdî re bibe çira û berbangeke geş.”

Hêva wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn siyaseta qirkirina gelan dimşîne. Ev yek di dan û standinê wê de yên bi gelê Kurd re, ferzkirina zimanê tirkî li ser temenmezin û biçûkan diyar dibe. Ji bo têkbirina van armancên dewleta Tirk, divê gelê Kurd bi giştî, rewşenbîr bi taybet bikevin nav liv û tevgerê, di warê çandî de çalak bin û piştgiriyê bindin vê pêngavê.”

Hêva wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Divê hemû encamên serketina vê pêngavê nas bikin ku dê bandor li her çar parçeyên Kurdistanê bike. Ji ber wê divê kurd li hemû beşên Kurdistanê rolekê di pêkanîna armancên vê pêngavê de bilîzin. Wek mamosteyên zimanê kurdî barê mezin ê me ye divê em pêngavê bi ser bixin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/axrNB43amcs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>