Koçberên Efrînê di nava dorpêça hikumeta Şamê û topbaranên dagirkeriya Tirk de li ber xwe didin

Heman siyaset û komployên ku bûn sedema dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê, ji aliyê hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk ve li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê didomin.

Koçberên Efrînê di nava dorpêça hikumeta Şamê û topbaranên dagirkeriya Tirk de li ber xwe didin
26 hezîran, 2021   06:43
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê siyasetên xwe dijminane li dijî koçberên Efrînê yên ku li gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê dimînin didomîne. Ji zêdetirî 3 salan ve ambargoyeke giran li ser Şehbayê ferz kiriye û tevahî deriyên sînor û rêyên ku diçin Şehbayê girtine, nahêle ku pêwîstiyên sereke yên jiyanê bighêjin koçberên Efrînê.

Li kantona Şehbayê, pênc kamp hene ku li gundên Şehba û navçeya Şêrawa hatine belavkirin. Hejmara niştecihên ku li Şehba û gundên navçeya Şêrawa dimînin zêdetirî 700 hezar kesî ye.

Li aliyekî din tevî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên Şehba û navçeya Şêrawa topbaran dikin û gelek komkujî li dijî şênî û zarokan pêk anîn. Şêniyên herêmê diyar kirin ku armancên siyasetên hikumeta Sûriyê û ên dewleta Tirk tunekirina şêniyên Efrînê yên koçberkirî ye. Şêniyên Efrîn di encama lihevkirineke di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de û bi plana Rûsyayê hatin koçberirin. Niha li koçberiyê jî derbaskirina sotemeniyê û pêwîstiyên tenduristiyê ji kantonê re hatiye qedexkirin, her wiha veguhestina nexweşan ji bo Helebê qedexe kirin.

Ev hemû piştî bidawîbûna hilbijartinên serokatiyê yên li Sûriyê pêk hat. Hikumeta Şamê ambargoya li ser şêniyên Efrînê yên li Şehbayê girantir kir. Her wiha bi hinceta ku wan berê li saziyên Rêveberiya Xweser li Efrînê dixebitîn, sivîlên Efrînê li nuqteyên kontrolê yên li bajarê Helebê revandin. Li bajarê Minbicê jî hin ajanên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hewl dan fitneyan belav bikin.

Li gorî berpirsên Komîteya Sotemeniyê ya kantona Şehbayê, pêwîstiya herêmê her 10 rojan bi 60 tankerên mazotê heye, lê nuqteyên kontrolê yên Firqeya Çaremîn û Istixbarata Hêza Hewayî ya hikumeta Sûriyê rê nadin ku her meh an du mehan ji 20 tanker zêdetir bikevin herêmê.

Der barê mijarê de, hejmarek ji koçberên Efrînî yên ku li kampan dimînin, ji ANHA'yê re axivîn.

`JI BO DERMANKIRINÊ EM NIKARIN BIÇIN HELEBÊ`

Şêniyê bi navê Selahedîn Bîlal got, ji ber ambargoya giran di hemû aliyên jiyanî û tenduristiyê de mercên dijwar derbas dikin.

Bîlal diyar kir ku hikumeta Şamê ji ambargoyê û qedexeya derbaskirina sotmenî, derman û pêwîstiyên rojane hewl dide îradeya gelê berxwedêr ê ku armanca wê rizgarkirina Efrînê ye bişkîne û wan careke din koçber bike.

Bîlal wiha domand: “Heleb tenê bi 20 kîlometreyan ji herêmê dûr e, lê ji bo dermankirinê em nikarin biçin bajêr. Rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî yekser şêniyên li Şehba û navçeya Şêrawayê topbaran dike. Ruxmî wê jî berxwedana me berdewam e. siyasetên hêzên dijminane nikarin vîna me têk bibin. Teqez em vegerin, ji bo wê heta rizgarkirina Efrînê em ê li vir li ber xwe bidin."

`HIKUMETA ŞAMÊ ŞÊNIYÊN EFRÎNÎ WEK WELATIYÊN SÛRÎ NABÎNE`

Şêniya bi navê Emîne Qenber a li Kampa Berxwedan dimîne got, hikumeta Şamê şêniyên Efrînê wek welatiyên sûrî nabîne, her tim hewl dide astengiya li pêşiya wan û şêniyên herêmên din derxe.

Emîne wiha pê de çû: “Li aliyekî hikumeta Şamê û li aliyê din jî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Em di nava ambargoyeke tengav de ne.”

Emîne bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku hesab ji hemû kesên ku hewl didin koçberên Efrînê yên li Şehbayê tune bikin, bixwazin.

Têkildarî sûcên ku li dijî koçberên Efrînê têne kirin endamên rêveber ên saziyên kantona Şehbayê ji ajansa me re axivî.

Endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê Mistefa Mihemed got: “Hikumeta Şamê û şaxên wê yên ewlehiyê li deriyên ketina kantonê siyasetên kirêt li dijî koçberên Efrînê dimeşînin."

Mihemed îşaret pê kir ku hikumeta Şamê şêniyan li Şehbayê tengav dike û nahêle madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin, ji vê yekê armanc dike ku fitneyê di navbera Rêveberiya Xweser û gel de derxe.

Mihemed diyar kir ku hikumeta Şamê siyasetên plankirî dimeşîne, şêniyan dixe nava dorpêçeke tengav û wiha domand: “Dem demê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên li deriyên ketina Şehbayê rê didin ku sotemenî bi miqdarên gelek kêm derbas bibin. Armanca wê ji vê yekê ew e ku gel bixe bin kontrola xwe."

ꞌHER DU MEHAN JI 60 SEHRÎCAN 20 'an TENÊ DERBASÎ HERÊMÊ DIKIN'

Mihemed di nava gotina xwe de diyar kir ku pêwîstiya kantona Şehbayê ya ji sotemeniyê her ji deh rojan bi 60 sehrîcên sotmeniyê heye, lê hikumeta Şamê her ji du mehan tenê rê dide ku 20 sehrîc derbas bibin.

Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Ger ew 20 sehrîc derbasî kantona Şehbayê bibin jî, hikumet dest datîne ser heman miqdarê ku rê dane wan  derbasî herêmê bibin, li aliyekî din jî ger derbas bibe jî pereyekî mezin li ser ferz dike."

ꞌSOTEMENÎ BÊ PERE YE, LÊ HIKUMET SEBEB E KU BUHAYA WÊ BI 250 LÎREYAN BEꞌ

Mihemed da zanîn ku sotemeniya ku  Rêveberiya Xweser bi rêya benzînxaneya ji gelê Şehbayê re pêşkêş dike bê pere ye, lê dema ku derbas dibe hikumeta Şamê pereyekî mezin ferz dike, ji lew re buhaya her lîtreyeke mazot a li binzînxaneyê bi 250 lîreyên sûrî ye.

Mistefa Mihemed  ev li gotina xwe zêde kir:"Ger miqdarekî kêm ji sotemeniyê derbasî Şehbayê bibe di serî de li xwediyên sehrîcên avê û firinan belav dibe, her wiha li jenetorên kehrebê ku kehrebê dide herêmê, nexweşxane, nuqteyên tenduristiyê û cotkaran."

Ava, nan û kehreba ku ji welatiyan re tên pêşkêşkirin li tevahiya gundên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrewayê, bê pere ye.

ꞌDIVÊ WELATÎ BIZANIBIN KU HIKUMETA ŞAMÊ BERPIRSA KÊMBÛNA SOTEMENIYÊ YEꞌ

Endamê Rêveberiya Komîteya Sotemeniyê Mistefa Mihemed ev şîrove kir:"Ji ber kêmbûna sotemeniyê rêzên erebeyên ku ji bo 20 lîtreyên mazotê bi dest bixin, çêbûne û azara rewşeke dijwar dikişînin, lê divê welatî bizanibin ku bendên Firqa Çaran a girêdayî hikumeta Şamê ya li hundirê kantona Şehbayê nahêlin ku sotemenî derbasî herêmê bibe, ji lew re sedema kêmbûnê ne ji me ye."

Li gorî Mihemed, bazirganên aloziyê û yên ku rasterast ji aliyê hikumeta Şamê ve dixebitin, lîtreya mazotê ya ku ji derveyî benzînxaneyan têne firotin, bi hezar û 800 heta 2 hezar lîreyên sûrî difiroşin welatiyan, li herêmê madeya benzînê tune ye û ger hebe jî bi 3 hezar û 500 lîreyên sûrî ye

Mihemed da zanîn ku dema kamyonên derman û pêwîstiyên tibî tînin herêmê, hikumeta Şamê baçeyan ku dighêje bi milyonan lîreyên sûrî li ser wan ferz dike.

Mistefa Mihemed bang li şêniyên li kantona Şehbayê kir ku li hewldanên derxistina provakasyonan û şerê taybet ê ku hikumeta Şamê û hin aliyên din dide meşandin hişyar bin.

ꞌGER DERGEH Û RÊYÊN ŞEHBAYÊ VENEBIN DÊ KARESETEKE MIROVÎ ÇÊBIBEꞌ

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Ebdulhenan Maimo diyar kir ku koçberên Efrînê yên ku li kampan û malên hema bêje wêrankirî dimînin, gelek zehmetiyan dikişînin û got, hikumeta Şamê û dewleta dagirker a Tirk li dijî koçberên Efrînê siyasetên qirkirinê didin meşandin.

Maimo da zanîn ki zehmetiya peydakirina sotemeniyê ya ji firin û sehrîcên avê, nexweşxane û nuqteyên tibî re dikişîninê

Maimo di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku di Desteya Kar û Barên Civakî de, bi derfetên xwe yên kêm bi koçberan re dibin alîkar da ku pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Maimo paşguhkirina rewşa koçberên Efrînê yên ji aliyê rêxistinên navneteweyî, mirovî û rêxistinên kar û barên penaberan ve şermezar kir û eşkere kir ku rêxistinên tenduristiyê piştî nexweş li kilînîkên gerok ên li kantona Şehbayê têne teşxîskirin, derman nade wan.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Ebdulhenan Maimo bi van xalan dawî li gotina xwe anî: "Ger ku rêxistinên navneteweyî û mirovî destwerdanê nekin û sînorek ji siyaseta hikumeta Şamê re daneynin dê koçberên Efrînê li pêşberî kareseteke mirovî rû bi rû bimînin."

ꞌAMBARGO JI QEYSERÊ GIRANTIR E'

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso axivî û got:"DYA`yê li ser Sûriyê Qanûna Qeyser ferz kir, lê hikumeta Şamê Qeysereke girantir li ser kantona Şehbayê ferz dike, sedema vê yekê ew e ku li dijî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê siyaseteke dijminane pêk tîne."

Naso diyar kir ku qedexeya derbaskirina sotemeniyê ji Şehbayê re bandoreke neynî li welatiyan kir, ji ber ku miqdarê sotemeniya ji navendên tibî, nexweşxane, mewsima çandiniyê û cotkaran kêm dibe.

Naso da zanîn ku bendên hikumeta Şamê nahêlin nexweş ji bo dermankirinê biçin nexweşxaneyên Helebê û got :"Di demên dawî de ketina û derketina şêniyan ji kantona Şehbayê, her wiha derbaskirina  kel û pel, sotemenî û pêwîstiyên tibî qedexe kir. "

Naso bal kişand ser siyaseta hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk û got:"Di nuqteyekê de li hev dikin ku ew jî qirkirina koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin."

Mihemed Naso bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane gundewarê Şehbayê û navçeya Şêrawayê topbaran dike û di encamê de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Naso diyar kir ku hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk bi rêya siysetên xwe yên hevbeş hewl didin şêniyên Efrînê tengav bikin û wan ji Şehbayê jî koçber bikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê got, hêzên rûsî yên li Şehbayê bi bêdengiya ji sûcan ku hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk li dijî koçberên Efrînê pêk tînin berpirsyar in.

(dx-şx-eh)

ANHA