Teşwîqkirina xwendekaran ji perwerdeyê re erka malbatê ye

Şêwirmenda perwerdeyê diyar kir ku domandina perwerdeyê, xwendekaran ji bo salên bê bi pêş dixe, şênî jî hewl didin ku zarokên wan di betlaneya havînê de ji astmosfêra perwerdeyê dûr nekevin.

Teşwîqkirina xwendekaran ji perwerdeyê re erka malbatê ye
26 hezîran, 2021   06:52
QAMIŞLO – KADAR ÎBRAHÎM

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala perwerdeyê di 5'ê Gulana 2021'an de bi dawî bû. Piştî salekê ji perwerdeyê, xwendar wê 4 mehan bikin betlaneya havînê.

Şêwirmenda Perwerdê ya bajarê Tirbespiyê Evîn Yusif Mihemed destnîşan kir ku divê malbat sûdê ji bêhnvedana havînê werbigire da ku behreyên zarokên xwe pêş bixin, ji ber ku rola malbatê di avakirina rast a ji zarokên xwe re heye, da ku karînên wan ên aqlana û bednî jî geş bikin û ev lê zêde kir:"Ew kesayeta wan ava dike û dihêle hîn zêdetir bibin xwedî rahênanên jiyanê û pisportî ku di gelek aliyên jiyanê de dê sûdê jê werbigire."

Evîn Mihemed da zanîn ku bêhnvedana havînê wekî dema vehîsîna zarokan e û divê malbat hevsengiyê di navbera bêhnvedana havînê ya ji zarokan re çêkin, her wiha atmosfêrekê çêkin ku sûdê ji vê bêhnvedanê werbigirin.

Evîn Yusif got tecrûbeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema qedexeya ji ber vîrusa Koronayê hate ragihandin, dayîna waneyan a bi rêya  onlinê û malperên medya civakî, serkeftina xwe isbat kir û malbat dikarin di dema havînê de sûdê ji vê tecrûbeyê werbigirin.

Dayîka bi navê Ehlam Hemze Murad a ji şêniyên gundê Xezne axivî û agahî dan:"Di havînê de ez zarokên xwe di atmosfêra xwendinê de dihêlim, çi bi rêya dubarekirina waneyên berê be û çi bi rêya fêrkirina zarokên xwe ya ji waneyên nû re be, da ku ji sala xwendinê ya were re amade bin."

Ehlam ev li gotina xwe zêde kir:"Ger pirtûkên sala nû peyda bin, ez di demsala havînê de zarokên xwe fêrî van waneyan dikim û dema ku peyda nebin, ez waneyên sala derbasbûyî ji zarokên xwe re dubare dikim. Armanca min ji vê yekê ew e ku heta ku di rojê de demeke kurt be jî zarokên min dûrî xwendinê nekevin."

Ehlam Hezme diyar kir ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê zarok demekê ji xwendinê dûr ketin û li vir rola malbatê dest pê kir da ku bi mamosteyan re bibin alîkar û girîngiyê bidin waneyên zarokan.

 

Ehlam bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî:"Malbat û saziya perwerdê anku dibistan ji bo zarok du saziyên bi heman armancê ve girêdayî ne û divê ji hev neyên qut kirin, çi ji aliyê girîngiyê ve  be û çi jî ji aliyê şopandina pêşketina zarok be."

Tê payîn ku di meha Îlonê de dibistan deriyên xwe vekin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QcFfJLlj1vQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>