​​​​​​​SOHR: Balafirên hikumeta Şamê dîsa li asîmanê Derayê geriyan

SOHR`ê da zanîn ku balafirên şer vê sibê li asîmanê Derayê geriyan. Her wiha diyar kir ku piştî kontrolkirina hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajêr ji sala 2018`an ve, ev cara duyemîn e ku balafir lê difirin.

​​​​​​​SOHR: Balafirên hikumeta Şamê dîsa li asîmanê Derayê geriyan
25 hezîran, 2021   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn: “Hikumeta Şamê bi rêya balafiran hewl dide fişarê li şêniyan bike ku daxwazên Rûsyayê yên têkildarî çareserkirina rewşa bi dehan kesan, radestkirina çekên ferdî û veguhastina rêveberên berê yên koman ji herêma El-Derîc re qebûl bikin.”

Hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê hîna rêyên sereke yên Dera El-Beled û Dera El-Mehta girtine, li gel ku ihtîmal heye xwepêşandan ji bo piştgiriya Derayê li dar bikevin.

Her wiha SOHR`ê ragihand ku li gel bangewaziyên lidarxistina xwepêşandanan li dijî daxwazên Rûsyayê yên têkildarî çareserkirina rewşa bi dehan kesan û radestkirina çekên ferdî, vê sibê hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê sewqiyat şandin Derayê.

SOHR`ê belav kiribû ku beriya hefteyekê efserên rûsî bi komîteya navendî ya li Deryayê re civiyan û ji wan xwest ku çekên ferdî yên gelek kesên li hinek taxên Derayê radest bikin, piştre rewşa wan çareser bikin. Lê ev daxwazên Rûsyayê li herêmên cuda yên Horanê hatin redkirin.

Ev cara duyemîn e ku balafirên şer li asîmana Derayê difirin. SOHR`ê destnîşan kir ku di 26`ê Çileyê de balafirên şer ên hikumeta Şamê li asîmanê rojavayê gundewarên Derayê firiyabûn.

(şx)