Gelo diyalogên xêzkirina sînorê deryayî dê bigihêjin encamê?

Diyalogên nerasterast ên têkildarî sînorê deryayî yê di navbera Îsraîl û Lubnanê de careke din dest pê kir. Domandina van diyalogan bê guman daxwaza Îsraîl û Lubnanê ye. Lê armancên her du aliyan ji hev cuda ne. Gelo dê diyalog bigihêjin encamekê?

Gelo diyalogên xêzkirina sînorê deryayî dê bigihêjin encamê?
25 hezîran, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Mijara xêzkirina sînorê deryayî yê başûrê Lubnanê careke din dikeve rojevê. Her du alî dixwazin ji zeviyên binakok, petrol û gazê wergirin.

Ji destpêka 2009'an ve, pirsgirêka zeviyên petrolê yên li başûrê Lubnanê di lîsteya tevgera siyasî ya dîplomatîk de ye ku li benda çareseriyê ye. Lubnan dixwaze sînorê deryayî li gorî qanûnên navneteweyî were xêzkirin û mafên xwe bi temamî û bêyî kêmbûn ji berhemên wê wergire. Li aliyekî din jî Îsraîlê ku Amerîka desteka wê dike, hewl dide ji rûbera sînor hejmareke mezin wergire. Di dema keşifkirina zeviyên petrol û gazê di Bloka 9'an de, diyar bû ku Îsraîl her tim dixwaze diyalog bi dawî nebin.

XÊZKIRINA SÎNOR JI BO HER DU ALIYAN PÊWÎSTIYEK E

Bê guman diyalog ji bo Lubnan û Îsraîlê pêwîstiyek e û îmzekirina peymana xêzkirina sînorê deryayî daxwaza hevpar e. Lê çavdêr dibêjin ku pêkanîna wê, mijara demê ye.

Rojnamevanê lubnanî Munîr El-Rebîî ji ANHA'yê re got: "Xêzkirina sînorê başûr yek ji dosyayên sereke û stratejîk ên herêmê ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi awayekî stratejîk girîngiyê pê dide ku ev diyalog bi ser bikevin, ji ber ku girêdayî ewlehî û aramiya wê ye, her wiha girêdayî bidawîkirina nakokiyên li ser gaz û petrol ye."

El-Rebîî destnîşan kir ku Washington dixwaze xêzkirina sînorê deryayî wekî kaxezekê bide Îsraîlê nemze, bi nêzîkbûna diyaloganê têkildarî peymana nûklerî ya bi Îranê re.

Her wiha da zanîn ku Lubnan dixwaze sînorê xwe biparêze da ku berhemên di ava Lubnanê de misoger bike.

Girêdayê axaftinên li ser lihevkirineke nêzîk, rojnamevan El-Rebîî wiha got: "Îsraîl dê lez bide dosyaya xêzkirina sînor da ku rê li ber her astengiyekê ku li pêşiya derxistina gaz û petrolê derdikeve bigire."

'DI DIYALOGAN DE DÊ TAWÎZ BÊNE DAYÎN'

Têkildarî vê Munîr El-Rebîî ev tişt diyar kir: "Dema ku DYA madeya 6433 ku sînorê deryayî yê Lubnanê diyar dike, neguhart, serokkomarê Lubnanê hinek tawîz dan DYA`yê. Lê şandeya Lubnanê ya dan û standinan dayîna tawîzan red kir.

El-Rebeîî bi domdarî got: "Şandeya Lubnanê erêkirin ji Mîşel Ewn girt ku dane, belge û nexşe wergirt, piştre li ser maseya diyalogan nexşeya li gel xwe ya xeta 29’an ku rûbera 2 hezar û 290 kîlometre çargoşe pêşkêş kir. Lê şandeya Amerîkayê ev nexşe red kir û destnîşan kir ku lihevekirina ku bi Ewn re çêbûye ji bilî lihevkirina bi şandeya Lubnanê re ye."

El-Rebîî destnîşan kir ku ev mijar bû sedema pirsgirêkekê, şandeya Lubnanê bi şertên xwe ve girêdayî ye, lê şandeya DYA’yê israr dike ku diyalog di çarçoveya rûbera 860 kîlometre çargeoşe de be, anku li gorî berjewendiyên Îsraîlê; ji sedî 55 ji Lubnanê re û ji sedî 45 jî ji Îsraîlê re be.

Îmzekirina peymana xêzkirina sînorê deryayî yê binakok girêdayî çareserkirina dayîna tawîz ji her du aliyan ve Lubnan û Îsraîlê. Di vê çarçoveyê de Munîr El-Rebîî wiha got: "Heta niha rastiya hemahengiya di navbera helwesta Lubnanê ya fermî û helwesta şandeya diyalogan de ne zelal e. Serokê Lubnanê Ewn tawîz dane DYA’yê û şandeya welatê xwe agahdar kir ku tu tawîza nede, di civîna bi DYA`yê re xeteke sor diyar kir, anku divê tawîz ji 860 kîlometre çargoşeyan neyê dayîn."

El-Rebîî diyar kir ku diyalog bi pêşketinên dosyaya peymana nukleerî ya bi Îranê re girêdayî ye. Her çareseriyek di dosyaya nûklerî de dê bi xwe re peymana xêzkirina sînorê deryayî bîne, her wiha girêdayî pêşketinên hêzên derve ku li her du aliyan ferz dike ku tawîzan bide."

ANHA