Bêyî ku xwe bispêrin tu kesî behreya xwe ya hunerî bi pêş dixin

Di malbatekê de ku rihê hunerê bilind e, meqamê resen tev li awazên ûdê bav dibe, paşê dengê dayik û keça wê bedewiyekê dide ku hûrgiliyên civaka xwe vedibêjin. Dengê vê malbatê bi hev re dibin yek û dengekî xweşik li tevahî malê belav dibe.

Bêyî ku xwe bispêrin tu kesî behreya xwe ya hunerî bi pêş dixin
25 hezîran, 2021   08:46
QAMIŞLO - EHMED SEMÎR

Mîna ku rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de dibêje, civaka Kurd di bin nîrê qirkirina çandî de maye. Malbat li erdnîgariya me bûye mînakeke cuda ya parastina huner û çandê û derbasî nifşên din dike.

Ev malbata xwedan hestên welatparêz xwe li ser fikrên hunerî û çandî ava kiriye, ji ber vê yekê behreyên xwe yên hunerî xwe bi xwe pêş dixe.

Dayik û keça wê xwedan dengên xweş in. Bav jî bi kurdî û erebî zêdetirî 50 helbest nivîsandine. Paşê wan helbestên xwe dike stran û fêrî malbatê dike.

Çîroka vê malbatê bi bav Ebdulhadî Ebdullah re dest pê dike ku bi "Helbestvanê Dîn" tê naskirin. Ebdullah ji mêj ve ji hunerê hez dike, li ûd û tembûrê dixe. Têkildarî mijarê Ebdullah ji ANHA`yê re axivî û got: "Me galonên zeytê û dar dianîn da ku buzqê û têlên wê çêkin. Ji ber ku wê demê ji ber rewşa aborî ya dijwar me nedikarî tembûrekê bikirin."

Ebdullah da zanîn ku hezkirina wî ya ji hunerê re hişt ku xwe fêrî lêdana gelek alavan bike. Ebdullah got: "Di zemanekî de ku hunermend kêm bûn, me dest bi gotina stranên dawetan êm gelêrî kir. Min bi hunermend Mihemed Şêxo re li gundekî nêzî Qamişloyê di dawetekê de stran gotin. Hunermend Selah Resûl, Seîd Yusif, Ebdo Elanî û Cemal Sadûn têne bîra min."

Ebdullah ne tenê li ûdê dixe, lê belê dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Der barê hestên neteweyî de gelek helbest nivîsandine. Ebdullah destnîşan kir ku ji ber siyasetên çewisandinê yên hikumeta Baasê wî bi vê rêbazê nivîsandiye da ku kesek pê nehese ku helbestên neteweyî ne.

Ebdullah got: “Min welat dişibihand reng, bêhn û bedewiya gulan. Min gelek stranên bi kurdî û erebî nivîsandin mîna "Çiya bi navê xwe bilind e”, “Dewran e dewran e dinya li me dewran e."

`HEVJIYANA AZAD`

Bi muzîkê re jiyana wan a hevbeş dest pê kir. Heta ku karîn valahiyên heyî dagirin ku li pêşiya rêya wan a hunerî û pêşxistina behreyan dibûn asteng.

Ebdulhadî Ebdullah di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de, got: “Ez 10 salan ji hevsera xwe mezintir im. Min ew di dawetekê de dît. Dengê wê pir xweş bû. Ji ber wê min xwest piştgiriya wê bikim. Di dawiyê de me bi hev re stran gotin. Min jê hez kir û piştî demeke kin em zewicîn.”

Ebdullah ev li gotina xwe zêde kir: "Piraniya caran em stran û helbestan bi hev re dinivîsin û nêrînên xwe bi hev re parve dikin. Ji bo me muzîk û huner mîna jiyanê ne. Lêdana amûrên muzîkê giyan geş dike.”

Li aliyekî din jî Fewziye Dawûd destnîşan kir ku wê ji zaroktiya xwe ve ji hunerê hez dikir û tevî qeyd û bendên civakê û nêrînên wan ên li dijî fikreya ku jin li dawatan bistrên, serî ji nêrînên civakê re danenî û bi piştgiriya hevserê xwe rêya xwe ya hunerê berdewam kir.

Çawa ku Şoreşa Rojava dest pê kir, Fewziye Dawûd li Navenda Çand û Hunerê ya Qamişloyê xebitî, gelek zarok fêrî muzîk, stran, şano û lêdana alavên muzîkê kirin.

Fewziye xebatê xwe wek serkeftinekê bi nav dike ku bi rêya wê çanda kurdî ya ku jê bê par mabûn, zindî kir û wiha got: "Em niha zarokên xwe fêrî vê hunerê dikin da ku ew jî derbasî nifşên din bikin."

Berhema rêya wan a hunerê keça wan Heyfa Ebdullah e ku ji zaroktiyê ve behreya wê derket û dayik û bavê wê jî piştgiriya wê kir da ku bikare bistrê û îsbata behreya xwe bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wbIIyMeQLVc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>