Nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên PYD`ê 16 roj e girtî ne

16 roj di ser girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên PYD`ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve, derbas bû.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên PYD`ê 16 roj e girtî ne
25 hezîran, 2021   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

10`ê Hezîranê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîzî girtin ku diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin.

Ji wê rojê ve ruxmî bangewaziyên Rêveberiya Xweser û PYD`ê lê hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê cihê girtina wan eşkere nekiriye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser roja yekemîn a girtinê daxuyaniyek dabû û tê de gotibû: “Ev girtek nakokiyê zêde dike û diyalogê zeîf dike. Em hêvî dikin ku aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de bi projeyên dewleta Tirk neyên xapandin ku hewl didin şerekî birakujiyê derxe û gera veguherîna dîrokî ya doza Kurd asteng bike.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de banga eşkerekirina çaranûsa wan û serbestberdana wan kiribû.

Her wiha di 7`ê Hezîranê de desthilata PDK`ê ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed girtibû dema tevî dayika xwe ya nexweş bi armanca dermankirinê bi rêya deriyê sînor Sêmalka diçû Başûrê Kurdistanê girt û heta niha çarenûsa wî jî ne diyar e.

(şx)

ANHA